Diyarname
Di 1'emîn salvegera kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de li gelek bajaran çalakî têne li darxistin, ew tê bibîranîn. Yek ji van çalakiyan jî vekirina pêşangeha wêneyan e ku li Amedê vebû.
Pêşangeha bi navê "Pêşangeha Wêneyan a Tahîr Elçî" li Amedê li Salona Pêşangehê ya Sumerparkê hate vekirin. Di pêşangehê de gelek wêneyên Elçî, wêneyên nûçeyên li ser wî hatine çêkirin, wêneyên nûçeyên li ser axaftinên wî hatine daliqandin. Her wiha di salona pêşangehê de slaytek a li ser Elçî jî tê nîşandayîn.
Ji bo kesên bixwazin lê temaşe bikin pêşangeh dê heta êvarê 4'ê berfanbarê vekirîbe.