Diyarname
Berendamê Serokomariyê Selahattin Demirtaş li ser encamê nirxandineke kir.
Vaye ji gotinên Demirtaş hin not:
- Me kedeke mezin da, ez hêvî dikim dê encam bi xêr be ji bo hemû gelên Tirkiyeyê û ji bo wan aştî, biratî, demokrasî bîne.
- Me xwest em hêviyeke mezin çêbikin. Li her bajar, navçe, gundên Tirkiyeyê me xwest armancên me bên nîqaşkirin, bi baweriya me ev hinek gihîşt armanca xwe.
Emê partiya xwe mezintir bikin
- Xebata me ya di hilbijartina serokomariyê de bi awayekî mezin gihîşt encama xwe. Ji niha û pêde jî emê pêşeroja hevbeş biparêzin. Ji sibê de emê her derê Tirkiyeyê rêxistina partiya xwe saz bikin, partî bikin partiyeke mezin.
- Li aliyekê berendamê her kesî dike yê din, li aliyê din xêza me hebû. Me ji her derê Tirkiyeyê deng girtiye, piştgirî girtiye. Êdî di nav siyaseta Tirkiyeyê dê ev xêz bê nîqaşkirin.
- Bi mîlyonan kesî biryar da ku di vê hilbijartinê de nebe jî biryar daye dê hilbijartina bê de deng bide me.
YSK çima sedî 2'yê din eşkere nake?
- Tişteke din a balkêş li vir heye, encamên sedî 98 sindoqan bi lez û bez hatin eşkerekirin, çima ev çend saet e hê jî sedî 2 encama sindoqan nayê eşkerekirin. Di malpera YSK'ê de dengên me sedî 9.7 e, çima yên din nayên eşkerekirin? Li gelek derê hîle hene, xeber ji bo me tê... Emê nerazîbûn nîşan bidin.
- Piştgiriya ku gelê kurd da me gelek muhîm e. Gelek muhîm e li bajarên din jî piştgirî dane me.
- Sazkirina biratiya wekhev bûye heyecaneke mezin. Me karî ku bibêjin ligel hemû kedkaran, karkeran em hene. Ez sipasiyê ji bo jin û ciwanan jî dikim.
Vê hefteyê MP û LRD dicivin
- Sibê emê bi Lijneya Rêveberiya Navendî re, du sibê jî emê bi endamên Meclisa Partiyê re civînê çê bikin û encamê nîqaş bikin. Emê nîqaş bikin ka em vê hêviyê çawa dikarin mezin bikin.
- Diyar bû ku em bixabitin dê çê be, ev pêngava ku me avêtiye nîşan daye. Em dikarin bibêjin êdî em partiya muxalifetê ne.
**
Nûçeyên eleqedar ên li ser îro:
- Li Bajarên kurdan Demirtaş çiqas deng girtine?
- Encamên pêşî ên hilbijartinê
- Dengdayîna ji bo Hilbijartina Serokomariyê dest pê kir