Diyarname
Kuweytî îro ji bo dindayînê li cem sindoqê bûn. Gel ji bo 50 mebûsî deng da.
Di 16'ê kewçêra îsal de Emîrê Kuweytê Şêx Sabah Ahmed Cabîr es-Sabah bi biryarnameyek meclisa heyî betal kiribû û ji bo meclisa nû biryara hilbijartinê dabû.
483 hezar û 186 hilbijêr vê sibê li 5 herêman çûn cem sindoqan û deng dan. Ji her herêmê 10 mebûs, bi giştî 50 mebûs têne hilbijartin. Di vê hilbijartinê de 14 jê jin 293 berendam hene. Dengdayîn vê êvarê saet 8'an (li gor saeta Tirkiyeyê) bi dawî bû. Hat gotin ku muxalifan 20 mebûs bi dest xistine. Li Kuweytî sedî 30 şiî hene ku wan vê carê 6 mebûs şandin meclisê. Herî dawî di tîrmeha 2013'yan de hilbijartin çêbûbû û muxalif neketibûn meclisê.
Parlemena Kuweytê li gor parlemenê welatên rojava kêmtir xwedî rayeyan e lê li gor gelek welatên ereb ku monarşî lê hakim e zêdetir xwedî rayeyê ye. Parlemen dikare zagonan derxe, her wiha wezîrên ku Emîrê Kuweytê ew peywirdar kerine biguherîne. Ji saal 2006'an ve heta niha bû 7 caran li Kuweytê hilbijartin li dar dikeve.