logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Operasyona Valkyrie dest pê kir

Vê hefteyê di warê lêtemaşekirina fîlman de rengînbûneke heye, lê "Operasyon Valkyrie" û "Sehtekar" li pêş in.

  • Dîrok: 30/01/2009
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Cemil Oguz

Fîlmên vê hefteyê: Operasyon Valkyrie, Changeling, Kirpi, Frost/Nixon, Pride and Glory, Lissi & The Wild Emperor.

Vê hefteyê di warê lêtemaşekirina fîlman de rengînbûneke heye, lê em zêdetir fîlmên "Operasyon Valkyrie" û "Sehtekar - Changeling" derdixin pêş, berî her tiştî van pêşniyar dikin.

Operasyon Valkyrie

Derhêner: Bryan Singer
Lîstikvan: Tom Cruise, Kenneth Branagh, Bill Nighy, Tom Wilkinson, Carice van Houten, Thomas Kretschmann, Eddie Izzard, Christian Berkel, Terence Stamp

Albay Stauffenberg di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bûye şahidê tiştên ku Hîtler kiriye. Li ser vê yekê biryar dide ku divê kesek Hitlerî bide rawestandin. Dema fêm dike ku tişteke bi vî rengî ne mimkûn e rêxistineke Berxwedêr a Alman saz dike. Li hemberî Hîtler dilê wî bi kîn û nefretê tije bûye. Albay Stauffenberg li ser vê yekê, ji ber hezkirina welat xwe, jin û zarokên xwe bavêje talûkeyê jî divê tişteke bîne serê Hîtler. Û siûkastê plan dike. Encamê dîrok nîşan dide: Belê di dema ku Hîtler xwedî hêzeke mezin û qetlîamên xwe didomîne albayê wî li hemberî wî sûîkastê pêk tîne lê bi awayekî tesadûfî Hîtler ji sûîkastê rizgar dibe.
Derhêner Bryan Singer ku heta niha fîlmên wekî "Şikberên Diyar" û "X-Men" kişandibû û di heman demê de xwediyê xelata Oscarê ye niha bi Operasyon Valkyrie derdikeve pêşberî sînemahezan.
Fîlmên ku ji çîrokeke rastîn hatiye girtin serlîstikvaniya wê lîstikvanê navdar Tom Cruies dike di rola Albay Stauffenberg de.
Wekî nota dawî: Senaryoya fîlm jî ji aliyê senarîstê xwediyê Oscarê Christopher McQuarrie ve hatiye nivîsandin.

Ji bo fragmanê:


 

 

***

 


Sehtekar - Changeling

Derhêner: Clint Eastwood
Lîstikvan: Angelina Jolie, John Malkovich, Jeffrey Donovan, Amy Ryan

Bi fîlmê "Sextekar" lîstikvana fîlm Angelina Jolie Xelata Lîstikvana Herî Serketî ya Kureya Zêrîn girt û Jolie di heman demê de bi vê rola xwe niha berendama Oscarê ye jî. Fîlm di çend waran de berandamê xelatên Oscarê ye.

Christine piştî ku xatir ji kurê xwe dixwaze ji mal derdikeve û dema êvarê vedigere kurik ne li mal e. Piştî mehan kurikek neh salî tê û îdîa dike ku ew kurê wê ye. Ew destûrê dide kurik ku şevek li mal bimîne;  lê dizane ku ew ne kurê wê Walter e. Fîlm li ser çîroka dayikek ku di sala 1928'an de li Los Angelesê li kurê xwe digere û rayedarên dewletê ku dixwazin wê bêdeng bikin derbas dibe.
Wekî nota dawî: Çîrok ji bûyereke rastîn hatiye girtin.

 

 

 

 

 

Ji bo fragmanê:


 

 

 


***


Kirpi - Jûjî

Derhêner: Erdal Murat Aktaş
Lîstikvan: Mazhar Alanson, Guven Kiraç, İrem Altug, Birsen Durulu

Xirecireke mehsûm di navbera du neyarên rikdar bi awayekî mehsûm de dest pê dike, her ku diçe li welat dibe sedema xirecirê. "Kirpi" vê meseleyê bi awayekî henekwarî pêşkêş dike. Bûyerên di navbera lehengên "Jûjî" de her du diçin belayê bi ser yên der û dorê de jî tînin.

***


Frost / Nikson

Derhêner: Ron Howard
Lîstikvan: Michael Sheen, Frank Langella, Rebecca Hall, Toby Jones

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yê berê Richard Nikson piştî ku derdikeve holê ku navenda Partiya Demokrat lê guhdarî dike, ew îtîbara xwe winda dike, her ku dike ji navê derê zêdetir di navê de winda dibe. Pêşkêşvanê televîzyonê David Frost ku navê wî bi Nikson re ji nişke ve li dinyayê belav dibe... Çîroka fîlm ji çîroka van herduyan pêk tê, duelloya gotin û fikran a van pêşkêş dike.
Fîlm di 5 waran de berendamê xelata Oscarê ye.

 


***


Zafer ve Gurur - Serketin û Xirûr - Pride and Glory

Derhêner: Gavin O’Connor
Lîstikvan: Edward Norton, Colin Farrell, Jon Voight, Noah Emmerich

"Pride and Glory"
Dema çar polîsên New Yorkê têne kuştin teşkîlata polîsan dikeve nava tevgerê. Rayê kurê şefê polîsan ê bi navê Francis bi bir û bûrayên polîsên ku hatine kuştin re mil dide hev û dest bi şopandina dozê dike.
Doz wekî karekî tilyakî bixuye jî lê Ray ferq dike ku hinan tacirê tilyakê hişyar kirine. Ji vê wêdetir delîl ber bi birê wî û bûrayê wî ve diçe. Ray di navbera têkiliyên malbatî û teşkîlatê de maye.

***


Prenses Lissi ve Kar Adamı Yeti - Prenses Lissi û Berfezilam Yeti - Lissi & The Wild Emperor

Derhêner: Micheal Buly Herbig

Fîlmên anîmasyonî bi dublaja tirkî li Tirkiyeyê ket vîzyonê. Halil Ergun, Humeyra, Şevval Sam û Yekta Kopan deng daye fîlm.

Lissi û Împarator Franz di nav jiyaneke mikemel de ne. Heta ku Lissi tê revandin xweşiya jiyana wan li dinyayê belav bûye. Berfezilam Yeti yê neqexeng û pozbilind Prenses Lissiyê direvîne û ji şeytên re dibe; ji ber ku ji bo canê xwe rizgar bike soz daye şeytan ku yekemîn jina xweşik a rast bê dê birevîne û jêre bibe. Lê qralê dilawer Franz dê prensesa xwe ji Yeti re neke yar.

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 29 08 2026

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

news
  • 28 08 2026

Jurî 'Belgefîlman' û 'Kurtefîlman' eşkera bî

news
  • 19 08 2026

Rojên li darketina Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû

news
  • 18 08 2026

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev

news
  • 14 08 2026

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê

news
  • 07 08 2026

Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

‘Bîra Qederê’ ji bo farisî hat wergerandin

ad

Platforma Zimanê Kurdî bangî diyanetê kir: Bi kurdî xizmetê bidin

ad

Ji Weşanên Avayê 5 pirtûkên nû

ad

Fîlmên Yeşîm Ustaoglu li İstanbul Modern in

ad

Ji pencereya Helîm Yûsiv pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî

ad

Gelo di futbolê de edalet heye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname