___Çayan Okuducî___
Burhan Sonmez vegeriya mala xwe. Di çil û şeş saliya xwe de romana xwe ya ewil bi navê “Kuzey/Bakûr” nivîsand. Pêncî û neh saliya xwe de bi zimanê xwe nivîsand, zimanê ku jê re dibêje ê male. Ursula wiha digot; “xwezî min bi zimanê dayika xwe çend peyv binivîsiya”.
Yılmaz Guney ji rojnamegerê Fransî re digot “me bi zimanê xwe perwerdeyî nedî, ji bo wî jî nizanim zimanê xwe”. Nivîskarên kurd hem bûn mamosteyên xwe hem jî bûn şagirtên zimanên xwe. Lê îro ew ên ku dest bi xwendin û nivîsandinê bikin çavkanî û meteryalên fêrbûna ziman ji do bêhtire. Do ji îro çêtir be pêşeroj ro û tav e. Do me bi tirkî dinivîsand îro hem xwendin hem jî nivîsandinê bi zimanê xwe dikin. Vê gavê em dikarin bêjin pêşeroja me ew ê xurttir û baştir be. Hin nivîskarên me henin du zimanî nivîsandine hin jî bi sê zimanî dinivîsin. Vêga du nivîskar tê bîra min bi sê zimanî dinivîsin Şerefxan Cizirî û Burhan Sonmez. Kêm zêde bi giştî nîn be jî kurd li ser rûyê erdê dijîn bi du zimanî ne. Hin kurd henin bi sê zimanî jiyana bi rê ve dibin. Sonmez vegera bo zimanê xwe bi metafora “Mal/Xanî” dide nasîn. Wekî ku lehengê romanê Ferdy Kaplan jî Komîser Muller re dibêje, “ji bo ku mirov were mala xwe ne hewceyî sedemekê ye.” Di destpêkê de Sonmez bi rêya lehengê romana xwe ya dawî bersivek daye jixwe. Sonmez di gotûbêja xwe ya bi Mehmet Dicle re wisa dibêje;
“Rast e, ji bo ku mirov were mala xwe ne hewceyî sedemekê ye, lê gelek sedem hene ku mirov ji malêdûr dixe. Li Tirkiyê di çarçoveya siyasî û civakî de em ji mala xwe veneqetiyan, lê em bi zorê ji wir hatin dûrxistin. Ev polîtîkayeke tîpîk a dagirkeran e: zimanê te qedexe dikin, çanda te didizin û bi îdiaya ku çanda te kêm e, te şermezar dikin. Ji bo min vegerek ne hêsan bû, ji ber ku ez neçar bûm ku zimanê xwe yê ji min dizîn bixebitim. Diviyabû ku ez xwe pêşde bixim da ku bikaribim têkevim mala xwe”[1].
Piştî vê anektodê em hevoka Gray Snyder jê deyn bîstînin û li gorî bersiva Sonmez bêjin; “serdana ziman ne serdaneke. Ew mala te ye”.
Sonmez çend sed sal berê ji welatê xwe bi ber Anatoliya Navîn ve jiyanek avakiriye. Rewşa me ya li welat û Kurdên ku di nav serdestan de dijî bêguman ji hevûdin cudaye. Qet nebe me li kûçeyên xwe, di nav bajerên xwe de danûstandinê bi zimanê xwe dikir, bi tevî hemû astengiyên xwe va. Di nav Anatoliya Navîn de parastina ziman û kulturê bi tena serê xwe serkeftineke bêhempa ye. Ka em dîsa guh bidine Sonmez li ser vê yekê çi dibêje;
“Çend sed salan berê em ji Kurdistanê derketin û niha bûne parçeyek ji axa berfireh a Anatoliya Navîn. Me nasnameya xwe ya kevnare bi hêz parast. Hemû gund bi eşîrên xwe li vir tên naskirin. Eşîr bi gelemperî xwediyê çend gundan e. Gundî bi kurdî diaxivin, lê kurdî bi lez kêm dibe, ji ber peywendiyên bi bajar, dibistan, saziyên fermî, televîzyon û hwd re. Gelê kurd bi civakên tirk, teter û koçberên bulgar re bi hev re dijîn. Ez dikarim bibêjim ku têkiliyên wan civakan bi hev re baş û rêzdar in. Qasî ku ji civak û çandên din re rûberû dijîn, kurd bêtir bi çanda xwe û nasnameya xwe hîs dikin, lê nizanin wê ji niha pêve çand û zimanê xwe çawa biparêzin û baş bikin li dijî sîstema perwerdehiya tirkî.”[2].
Belê wek nivîskar jî diyar kiriye her ku diçe kurdî axaftin kêm dibe. Ne tenê Anatoliya Navîn li welat jî kêm dibe. Serdest nasekinin pergalên wan ên li ser asîmîlasyonê bi hemû hêza xwe didome. Mijarên asîmîlasyonê bêhtir û cur bi cur dimeşînin. Lê me gotibû do ji îro çêtir e. Çêtiriya wî çi ye? Derfet, materyal, danûstandin û berfirehiya teknolojiyê ye ku îroya me ji do çêtir dike. Piştî ew qas ked û emeg bi taceke zêrîn bigihije serî ew jî eşkereye û herkes jî baş dizane; kurdî têxin nav jiyana xwe ya rojane û ji xeynî wî bi her awayî kurdî rabûn û rûniştandin pêk neyê, ew ê hemû tişt têkeve nav pêlên romantîzmê û birize…
Burhan Sonmez mijarek ji derve ya Kurdistanê aniye. Yek ji mijara romanê “ixanet” e. Kaplan bi sedema li Kafkayê ixanet hatiye kirin çalakiyek pêk tîne. Kaplan û Amalyê û derdorên kovarên edebî gengeşiyek digerînin. Ev gengeşî û nakokî li ser ixanetê ye. Hin nivîsên ku di kovarên edebî de tên belavkirin cezakirina Max Brodê didin pêş. Propagandaya lêdanî û fîzîkî dikin. Ev propagandaya ku tê kirin bi serdema xwe ve bi cih dibe û wateya wê tê famkirin. Li erdnîgariya Ewropayê tevgerên ciwanî bi çalakî û pratîkên xwe qitayê dihejînin. Nifşên şêst û heştê ne. Bo çalakiya çekî her tişt amade ye. Dinya bûye du felq. Rojhilat û Rojava. Rihê romanê serdema xwe bidest xistiye. Di metnê da ji aliyê kelûpelên serdemê va jî em gelek done dibînin. Ev encam bi rêya mekanên ku nivîskar behsa wan dike tê ber me. Nivîskar bi destnîşankirina mekanan keyfxweş e, ev keyfxweşiya wî xwîneran jî dilxweş dike. Sê dewlet û sê bajêr. Diyalog piştî demekê venagerin monologên behntengiyê. Kin û bi sertî/tûndînî em dixweynin. Kaplan di navbera dilsozî û bêbextiyê ya Max Brod bi Franz Kafkayê re kiriye wek ixanet dibîne. Bi rastî li ser vê meseleya ku mijara kakilê romanê ye û navbera du nivîskar de qewîmiye meriv nikare bi tohmeta ixanetê pênasa bike. Kafka hê li ser xwe ye ji hevalê xwe Bord re dibêje piştî mirinê metnên min, nivîsên min bişewîtine. Max viya nake û hemû nivîsên wî yê gotiye ku bişewîtine çapkiriye û weşandiye. Hema em bi mantiqekî rasterast bifikrin pirsa me ya ewil ev e: Gelo Kafka nikaribû metnên ku dixwest bide ber agir da Max? Gelo taqet û baweriya Kafkayê tinebû an ji nivîsên xwe şerm dikir? –mîsal ji bav re name- Daxwaza wî piştî mirina wî nivîs bên şewîtandin bû. Em ji kû ve dizanin belkî bi destê Max Brod va ev hatibû gotin û bû efsane, bû rastî.
Delîl û belge henin ku Kafka gotibe vana bişewîtine, heta vê gavê ez leqaye tiştek wisa nehatim. Ev meseleya şewîtandinê jî dibe ku dibin serê Max da derketibe. Kî dizane belkî soz û dîlsoziya wan bi vê rêyê bû. Kafka texmîn dikir an baş zanibû ew ê Max Brod metnên wî biweşîne. Kafka di dawiyê de zar hêjand û zarên wî hatin. Piştî Kafkayê Kafka!
Sonmez bi du zimanî dest bi nivîsa Evîndarên Franz K.yê kiriye. Berhem paralel hatiye nivîsandin. Min bi her du zimanî jî xwend. Û min ji bo xwe çend pirs amade kir: Kîjan bi tehm û xweş bû? Wate û femkirina romanê bi kîjan zimanî xweşherikî bû? Her du ziman bi hemû tiştên xwe ve ji hev gelek dûr in û cudanin. Min bala xwe zêdetir da ser kurdî. Bi kêmasî û problemên xwe kurdî ji tirkî xweştir bû, rasterast hat û bandora xwe da hîskirin. Kêm berhem henin ku ez ketime hindirê wê. Kurdiya nivîskar xwîner li ber derî nahêle, derî heta serpiştê vekiriye, tu li ber derî namînî. Di odeya xwe de serpiştî û bi dilek rihet dixwînî. Dengê te ye. Ji hêla edebiyata kurdî va gelek kes yekcarî pênasekirineke bi lez û bez kir. Ev pênase jî roman bi tirkî hate nivîsandin û paşê hate wergerandin. Ev pênasekirinên xwe jî bi ziman û gramera berhemê ve girêdidan. Li malpera PolitikARTê bi navê Hemîn Şerefkendî nivîsek bi tirkî hat weşandin. Navê nivîsê, “Evîndarên Franz K. bi kîjan zimanî hat nivîsandin”.
Di nivîsê da çend pirsên di cîh da hebûn, ka em bihevre bixweynin; “Pirtûk piştî ku derket û êdî li ser bergê ‘ji kurdî bo tirkî’ dixwest bibîne lê piştî hefteyek eynî pirtûk bi tirkî hat weşandin. Di nasnameya pirtûke de ‘ji kurdî bo tirkî’ nehatibû nivîsandin. Pirtûk bi ‘Wêjeya Tirkî” hatibû pênasekirin.”[3]
Şerefkendî nivîsa xwe da gelek pirsan kiriye û yek jî bi sûcdarkirina Sonmez li ser kurdî reklama xwe dike, dibêje. Di destê me da pirsên di cî da û dibe ku bersivên wan werin dayîn henin. Burhan Sonmez bi hemû kêmasiyên xwe li vir e. Roman ji bo me destnîşaniyek e. Nivîskarek kelamxurt piştî temenê xwe yê pêncî û nehan bi zimanê xwe romanek dinivîse. Di bingeha sîstema perwerdehiya tirkî de ji sedsalî zêdetir e bo asîmîlasyonê pergalek tê domandin. Li vir dibe ku em bi vî awayî pirsek bikin ji nivîskar, ji hêla zimanê wî ve jê çi maye? Raddeya asîmîlasyonê xwe gihîştandiye kîjan astê? Sedsal paşê dê nifşên nû nivîskarên gelê xwe raxin ber xwe û analîzan bikin. Burhan Sonmez bi hemû kêmasiyên xwe li mala xwe ye û meriv li mal aş dibe, radibe ser xwe û rihet dibe. Burhan Sonmez ne tenê vegeriya mala xwe bi xwe re rêyek jî vekir…
Çavkanî:
[1] https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-302
[2] https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-302
[3] https://politikart.net/yazi/franz-k-asklar-hangi-dilin-roman
Ji Gazeteduvar hatiye girtin