Diyarname
Festîvala payîzê ‘Filmekimi” ku ji aliyê ÎKSV’ê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve tê lidarxistin ji 7’ê mehê heta 16’ê mehê ji nav sînemaya dinyayê fîlmên taybet pêşkêş dike. Di festîvalê de 51 fîlm têne nîşandayîn û ji ber eleqeya zêde 17 seansên din li seansên nîşandayîna fîlman hatin zêdekirin.
Fîlmekîmî bû 15 salî. Di van 15 salan de her carê bal kişand ser fîlmên balkêş û bi vî awayî li ser piyan ma, jê hat hezkirin. Fîlmên li Fîlmekîmî îsal li Beyogluyê li sînemayên Beyoglu û Atlasê, li Kadikoy li Sînemaya Rexx û li Nîşantaşi jî li Cinemaximum City’s têne nîşandayîn.
Îsal ji fîlmê Ken Loach “I Daniel Blake” (Xelata Palmiyeya Zêrîn girt) heta fîlmê Xavier Dolan “It’s Only the End of the World” (Li Cannê Xelata Mezin girt), ji derhênerê îranî Asghar Farhadi (Farhadî xwediyê Oscarê ye) heta ji sînemaya serbixwe ya Amerîkayê derhêner Jim Jarmusch heta derhênerê ji Başûrê Koreyê Park Chan-wook fîlmên gelek derhênerên navdar hene.
Bilêtên fîlman çawa derketin bazarê rastî eleqeyek mezin hatin û ji ber vê yekê 17 seans li seansên heyî hatin kirin. Ev fîlm ji ber eleqeyek mezin dîtin li seansan hatin zêdekirin:
- Cristian Mungiu: “Graduation” (Li Cannesê xelata Derhênerê Herî Serketî girt)
- Jim Jarmusch: “Paterson”
- Ken Loach: “I Daniel Blake/Ez Daniel Blake” (Xelata Palmiyeya Zêrîn girt)
- Xavier Dolan: “It’s Only the End of the World/ Tenê Dawiya Dinyayê” (Li Cannê Xelata Mezin girt),
- Park Chan-wook: “The Handmaiden” (li Cannesê di pêşbaziyê de bû)
- Maren Ade: “Toni Edermann” (li Cannesê ji rexnegiran notek bilind girt)
- Andrea Arnord: “Amerikan Honey”
- Terrence Malick: “Voyage of Time” (Fîlmekî belgewar li ser dîroka gerdûnê)
- Stephan Frears: “Florense” (Li ser jiyana rastîn ya sopranoya detone Florense Foster Jenkins hatiye kişandin)
- Pedro Almodovar: “Julieta”
- Thomas Vinterberg: “Komun” (Di Festîvala Berlînê de lîstikvana fîlm Trine Dyrholm xelata Lîstikvana Herî Serketî girt)
Fîlmekîmî yekemîn car di sala 2002’yan de hat li dar xistin, her sal rastî eleqeyê hat. Par bi temamî li 6 bajaran fîlm hatin nîşandayîn û nêzî 75 hezar kesî li fîlman temaşe kir.
Li bajarên din Fîlmekîmî
Fîlmekîmî pêşî tenê li Stenbolê dihat li dar xistin lê ji sala 2011’an ve li bajarên din jî li dar dikeve. Îsal ji bilî Stenbolê li bajarên wekî Enqere, Îzmîr, Bursa û Eskîşehîrê (yekemîn car li vir li dar dikeve) li dar dikeve. Li gor bernameyê, bernameyan bajaran bi vî rengî ye:
- 7-9 Kewçêr, Enqere, Sînemaya Buyulu Fener a li Kizilay
- 13-16 Kewçêr, Îzmîr– Cinemaximum Mavibahçe
- 21-23 Kewçêr, Bursa – Bursa Konak Kulturevi û Sanat Mahal
- 21-23 Kewçêr, Eskîşehîr – Cinemaximum Espark

Xizmetkar, Derhêner: Chan-wookPark

Xizmetkar, Derhêner: AshgarFarhadi


