Diyarname
Li Kolombiyayê di navbera hikumet û FARC'ê de peymana aştiyê hatibû îmzekirin. Ji bo bikeve jiyanê ew peyman birin referandûmê. Referandûm duh li dar ket û encamek balkêş derket holê:
Beşdarî sedî 40
Erê sedî 49.8
Na sedî 50.2
Di referandûmê de tenê 3 mîlyon kesî deng bikar anî ku ev yek tê wateya nêzî sedî 40 beşdarî referandûmê bûne. Kesên ku gotin "Na" ji yên gotine "Erê" tenê 63 hezar kes zêde ne. Piştî referandûmê Serokomarê Kolombiyayê Juan Manuel Santos got ku şerawestin hê didome, ewê dest jê bernede. Her wiha Santos diyar kiriye ku wî ferman daye ku ji bo hin bi rêberên FARC'ê re biaxivin û li ser gava pêşiya me biaxivin heyet şandiye Kubayê. Piştî encamê FARC'ê daxuyaniyek weşand û got ku kesên ev kîn û nefret çandiye diyar bû çiqas bandor li gel kirine, lê ev yek dê nikaribe xeyala me ya avakirina aştiyê têk bibe.
Rêberê FARC'ê Timoleon Jimenez ku pênaseya wî "Tîmoşenko" ye go ku ew bi biryar in ku dawî li şer bînin.
**
Nûçeya eleqedar :
- Peymana aştiyê îmze kirin, FARC dibe partiya siyayî û dikeve meclisê