Diyarname
Li ser HDP'ê sê nûçeyên ne xêrê: Ceza li Demîrtaş birîn, mebûsa Yuksekdag betal kirin û Baluken dîsa tewqîfkirin.
Ceza li Demîrtaş birîn
2'yem3in Dadgeha Asliye Ceza ya Bazîda Agirî bi îdîaya "Miletê tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê û saziyên dewletê ligel organên wê biçûk xistiye" 5 meh cezayê hepsê li Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş birî.
Mebûsa Yuksekdag betal kirin
Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag ji ber di 13'yê reşemiya 2012'Yan de beşdarî merasima cenazeyê Yasemin Çiftçi ya MLKP'yî bûbû 10 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn. 16'emîn Daîzeya Cezayê ya Yargitayê (Dadgeha Bilind) roja 2'yê sermaweza 2016'an ev ceza erê kiribû. Yargitay ev biryar ragihand meclisê û îro ev biryar li Meclisê hat xwendin, bi vê re mebûsiya Yuksekdag betal kirin.
Baluken dîsa hat girtin
Li aliyê din Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken ku hê kurtedemek berê hat berdan, îro piştî ji nexweşxaneyê derket hat binçavkirin û hat tewqîfkirin.


