Diyarname
20'emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê îsal dê di navbera 29'ê tîrmehê û 1'ê gelawêjê de li dar biketa lê ji ber zêdetibûna vîrusê komîteya amadekar festîval betal kir.
Komîteya festîvalê li salona konferansê ya Şaredariya Dêrsimê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ji ber vîrusa koronayê wan festîval betal kiriye.
Li ser navê komîteyê Ali Mukan axivî, bal kişand ser daxuyaniya SES'a Dêrsimê, diyar kir ku bajarê wan di nav bajarên vîrus lê li pêşî ye, di festîvalê de qelebalixê dê çêbe jî bibe sedema tehdîda tenduristiya gel, loma wan festival bi paş ve xistiye.
Mukan diyar kir ku festîval gavek e pê dêrsimî xwedî li xweza, dîrok, çand bawerî û zimanê xwe derdikevin, ewê xwedîlê derketina xweza û çanda xwe bidomînin.