Diyarname
Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Weşanxaneya Îletîşîmê Nihat Tuna ku di heman demê de yek ji avakarên weşanxaneyê bû îro wefat kir.
Weşanxaneyê vê êvarê ji ser hesabên xwe yên tora civakî ragihand ku Tuna saet li dor 21.30 wefat kiriye. Weşanxaneyê wisa got: "Yek ji avakarên weşanxaneya me, hevalê me yê kar, can dostê me, birayê me, birê mezin Nihat Tuna wefat kir, em di nav xemginiyeke mezin de ne..."
Weşanxaneya Îletîşîmê yek ji weşanxaneyên mezin ên li Tirkiyeyê ye. Weşanxaneyê gelek pirtûkên bi qelîte weşandine, her wiha wan gelek pirtûkên li ser kurdan jî çap kirine.


