Diyarname
15 fîlmên derhênerê navdar Alfred Hitchock ên rengîn derdikevin pêşberî sînemahezan.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal 40’emîn car li dar dikeve. Festîvalê di beşa “Retrospektîfa Taybet” de îsal fîlmên Hitchcock girtine nav bernameyê. Par 40'emîn salvegera mirina Hitchcock bû,j i bo vê yekê ev beş hatibû amadekirin lê ji ber pandemiyê ev beş li dar neket. Îsal ev beşa hatiye amadekirin di meha pûşperê de derdikeve pêşberî temaşevanan. 15 fîlmên wî yên rengîn ji bo hezkiriyên wî ji nav fîlmên wî hatin hilbijantin. Hitchcock kî ye? Derhêner Alfred Hitchcock roja 13'yê gelawêja 1899'an li Leytonstone ya Londana Qraliyeta Yekbûyî hatiye dinê. Hitchcockê ku perwerdehiya endazyarî dîtiye paşê gav avêtiye nava sînemayê. Ew yek ji derhênerên herî serketî tê hesibandin. Nêzî 70'ê fîlmên wî yên li ser rakêşan û kuştinan hene. Di sala 1939'an de ew bar dike Hollywoodê. Di jiyana xwe de 5 caran wekî Derhênerê Herî Serketî ji bo Oscarê wekî berendam hat nîşandayîn lê qet bi ser neket. Ji bilî vê li dinyayê gelek xelatên din girtin û bi fîlmên xwe di nav derhênerên herî serketî de cih digire. Hitchcock roja 29'ê avrêla 1980'yî miriye.
Ev in fîlmên ku dê bêne nîşandayîn:
- Olum Karari / Rope (1948)
- Kapri Yildizi / Under Capricorn (1949)
- Cinayet Var / Dial M for Murder (3D) (1954)
- Arka Pencere / Rear Window (1954)
- Kelepçeli Âşik / To Catch A Thief (1955)
- The Trouble with Harry (1955)
- Tehlikeli Adam / The Man Who Knew Too Much (1956)
- Ölum Korkusu / Vertigo (1958)
- Gizli Teşkilat / North by Northwest (1959)
- Kuşlar / The Birds (1963)
- Hirsiz Kiz / Marnie (1964)
- Esrar Perdesi / Torn Curtain (1966)
- Topaz (1969)
- Cinnet / Frenzy (1972)
- Aile Oyunu / Family Plot (1976)
Nûçeyê Eleqedar:
- Festîvala Fîlman a Stenbolê dest pê dike
- Festîvala Stenbolê navê Serokê Juriya Neteweyî eşkere kir
- Bi ser online re fîlmên ji festîvalên navdar hatine têne nîşandayîn