Bila Fadilê Cizîrî bi tenê nemîne
Þirnex
Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrî ji bo xwedîlêderketina dengbêjan bang li gelê kurd kir û got: “Dengbêj Þakiro jî ji bê xwedîtiyê jiyana xwe ji dest da. Divê her kes xwedî li dengbêjan derbikeve.”
Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrî yê ku bi dengê xwe yê xweþ di þevbêrkan de cih girt 7 sal in ji ber nexweþiya ‘Parkînson’ êdî nikare bistrê. Dengbêj Fadilê Cizirî got, Þakîro ji bê xwedîtiyê jiyana xwe ji dest da, ji bo vê divê her kes xwedî li dengbêjan derbikeve.
Dengbêj Seyîd Fadil Cizîrî bi strana xwe ya “Heyran Jaro” li herêma Botanê tê nasîn. Dengbêj Fadil ji zarokatiya xwe ve di dîwanên þevbêrkan de cih girtiye û dengê wî li Botanê zêde tê hezkirin.
Seyîd Fadil Cizîrî sala 1962’an li gundê Seletûnê yê Silopiya ji dayîk bûye. Dayika Seyîd Fadil Cizîrî, Sêvê jî dengbêj bûye û dengbêj Fadil bi kilamên dayika xwe mezin bûye. Dengbêj Fadil di temenê xwe yê biçûk de elaqeyeke zêde nîþanî stranên dengbêjiyê dide û her strana ku ji dayîka xwe dibihîze ji ber dike.
Dengbêjiya bi salan
Seyîd Fadil di 14 saliya xwe de dest bi strîna kilaman dike û piþtî vê yekê li herêma Botan, Serhedê gelek deverên baþûrê Kurdistanê digere û di dîwanên þevbêrkên dengbêjan de cih digire, dengê xwe pêþkêþî gel dike. Seyîd Fadil di dîwanên dengbêjên Botanê de jî bi þevan heya seatên serê sibê dengbêjiyê dike.
Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrê li herêma Botanê zêdetir bi kilama ‘Heyran Jaro’, hat naskirin û gellek kes bi vê stranê Fadilê Cizîrê bi bîr tînin.
Bi demê re guhdarên Seyîd Fadil zêde dibin. Seyîd Fadil Cizîrî kilamên payîzok, dengbêjî û dewetê dibêje. Gelê Botanê jî elaqeyeke mezin nîþanî kilamên Seyîd Fadil dide û ji bo dengê wî qeyd bikin li gel Seyîd Fadil her tim têkiliyê datînin.
‘Ev 7 sal in bi nexweþiya Parkînson ketiye’
Di qezaya tirafîkê de Seyîd Fadil kurê xwe Cemal ji dest dide û piþtî kurê wî nexweþiya ‘Parkînson’ pê re çêdibe. Seyîd Fadil ev 7 sal in li hemberî nexweþiya ‘Parkînsonê’ li ber xwe dide. Piþtî nexweþiyê Seyîd Fadil dest ji dengbêjiyê berdide.
Seyîd Fadil Cizîrî ku ji ber nexweþiyê bi zorê dikare tevbigere û biaxive diyar kir ji bo dengbêjiyê herî zêde dayika wî lê bandor kiriye û wiha axivî: “Dayika min Sêvê dengbêja gundê Seletûnê bû. Kilamên dayika min bandor li min kirin û min bi temenê xwe yê biçûk dest bi dengbêjiyê kir. Min her tim dixwest weke dayika xwe bibim dengbêj û di dîwanên dengbêjan de cih bigirim.”
‘Gund bi gund ez digeriyam û min kilam digotin’
Seyîd Fadil Cizîrî got, bi ferqkirina dengê wî, dengbêjiya wî jî dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Min bi salan di bin þert û mercên zehmet de karê dengbêjiyê dikir. Lê min gelek ji dîwanên þevbêrkên gundan hez dikir. Gund bi gund, herêm bi herêm ez digeriyam û min di wan dîwanên þevbêrkan de kilam digotin. Min ji salên 1980’yî heta salên 2008-2011’an li herêma Botanê dengbêjî kir. Piþtî nexweþiya min destpê kir ev 7 sal in ez dengbêjiyê nakim. Ez gelek bêriya wan rojan dikim ku min kilam digotin.”
Kurê wî di berxwedana Cizîrê de þehîd bû
Seyîd Fadil diyar kir ku wî û zarokên wî di “qedexeya derketina derve” ya 14’ê Kanûna 2015’an de 25 rojan li taxa Cûdî li ber xwe daye û kurê wî Murat Ergul jî di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest daye.
Aqûbeta Þakiro û Seyîd Fadil
Seyîd Fadil dengbêj Þakîro û nexweþiya bi Þakiro re bi bîr xist û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ev bi salan e ez nexweþ im û nikarim ti karî bikim. Ji ber ku ez nikarim kar bikim derman jî nabim. Her diçe nexweþiya min giran dibe. Divê ez werim dermankirin lê ji ber bê derfetiyê min nekariye xwe derman bikim. Dengbêj Þakiro jî ji bê xwedîtiyê jiyana xwe ji dest da. Divê her kes xwedî li dengbêjan derkeve. Daxwaza min ew e ku gelê me xwedî li min derkeve.”
Strana Heyran Jaro
“Heyran jaroo
Tenûna Sindiya tenûna Sindiya hey heyy hayê hêy
Hey jaro min go ber keviya
Hey belê malan bar kir
reþkê reþ kona
E’ nizanim ne simbêlê
heyranê min sortir in
Ne qurmizê ser destê keçikê van Cuhiya
Hey belê wezê heyranê xwe
Cizîrê Banê Xanê nahêlim
Ber gezê mêþ û va pêþiyan
Wezê heyranê xwe bibim
zozana Mela Mêrgê zozanê Teya
Ber toz û ecacê va keriya
Wezê destê heyranê xwe
bigirim raserê mila Hewrexê
Min go çêrîna kew û kêvrûþk
û va kûviya
Hey jaro ho ho hoo”
DÎHA