Diyarname
4 hezar û 973 lîstikvan ji welatek derbasî welatek din bûne. Ev reqem ji aliyê FIFA'yê ve hat eşkerekirin.
Yekîtiya Federasyona Fûtbolê ya Navneteweyî (FIFA) reqemên transferên yên 6 mehan eşkere kir. Rapor li ser serdema ji 1'ê rêbendana 2012'yan heta 30'ê pûşpera 2012'yan hatiye amadekirin. Di raporê de çend lîstikvan hatine transferkirin, herî zêde kîjan welatî transfer kirine hene.
Vane ji rapora FIFA hin agahî:
4 hezar û 973 lîstikvan ji welatek derbasî welatek din bûne, yanê hatine transferkirin. Li gor reqema par sedî 9 daketinek di transferan de heye.
- Ji bo van transferan 576 mîlyon dolar hatiye xerckirin.
- Ji vê pereyî sedî 86'ê wê lîstikvanan girtiye, yê mayî çûye ketiye butçeya klûban.
- Klûban piranî bi lîstikvanên ku ji tîma xwe serbest hatiye berdan, yan jî kontrata wan xelas bûye re li hev kiriye. Ev rêje gihîşt Sedî 72'yan.
- Di van 6 mehan de herî zêde brezîlyayî hatine transferkirin. Bi giştî 700 brezîlyayî hatine transferkirinb
- Piştî brezîlyayiyan îngiliz tên ku ew jî zêde hatine transferkirin.
- Ji aliyê welatan ve, Rusyayê herî zêde ji derve transfer kirine. Klûbên rusan bi giştî 64.4 mîlyon dolar ji bo transfere xerc kirine û bûne yekemîn. Tirkiyeyê 22.4 mîlyon dolar ji bo trasferê xerc kiriye û di rêza 9'an de maye.
- Brezîlyayê jî bi lîstikvanên ku firotine derveyî welat 64.9 mîlyon dolar bi dest xistiye û bi vê yekê bûye welatê yekemîn ku herî zêde ji transferan pere girtiye.
- Serdema yekemîn a transferê di 5'ê rezberê de bi dawî dibe.