Diyarname
Ji bo Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê Dora 1'emîn roja 06.09.2016'an de têne lîstin. Di vê dorê de tîmên bajarên ku tîmên wan di lîgên profesyonel de nîn in ku bi hev re lîstin û ên bi ser ketin, û tîmên Lîga 3'yemîn beşdar dibin. Tîmên herêman bi hev re dilîzin, tîmên bi ser bikevin dê derbasî Dora 2'yemîn bibin.
Di vê dorê de bi giştî 72 tîm hene. Tîmên bajarên kurdan bi hev re dê bilîzin. Vane hin tîmên bajarên kurdan ku bûne reqîbên hev:
- Serhat Ardahan-Bayburt Grup Ozel îdare
- 24 Erzîncan / Mûş Spor FC
- 12 Bîngol - Dêrsim Spor
- Elazîz Belediye - Igdir Aras Spor
- Van BB Spor - Kurtalan Spor
- Batman Petrol Spor - Diyarbekir Spor
- Cîzre Spor - Hakkari Spor
Ev maç dê saet 14.30 de bêne lîstin û tîmên bi ser bikevi di derbasî Dora 2'yemîn bibin. Di Dora 2'yemîn de tîmên Lîga 2'yemîn dê hebin.


