Diyarname
Vê hefteyê 7 fîlm dikevin vîzyonê. Ji wan didu yên ji Tirkiyeyê ne û yên din biyanî. Di nav yên biyanî de du kartonfîlm jî hene. Ku yek ji wan "Maşa û Hirça Mezin" e ku zarok gelek jê hez dikin. "Maşa û Hirça Mezin" bi çîrokên xwe yên nû hat. Di nav hemû fîlman de em diduyan derdixin pê "Sê Rû" yê derhênerê îranî Cefer Penahî û fîlmê derhêner Lukas Dhong "Keçik"...
"Rê sê"
Fîlmê Penahî "Sê Rû" pêşî li Festîvala Fîlman a Cannesê hat nîşandayîn û li wê derê Xelata Senaryoya Herî Serketî bi dest xist.
Di fîlmê ku Penahî di heman demê de serlîstikvaniya fîlm de ew ji ser tora civakî vîdyoyek parve dike û di vê vîdyoyê de pala Merziye dike. Ji ber ku malbata wê nehiştiye ew konservatuarê bixwîne Merziye ji mal veriyaye. Penahî ji bo wê bibîne dikeve rê. Fîlm nêrîna hunerê ya beşek civakê nîşan dide. Di fîlm de Behnaz Ceferî ligel Penahî dilîze.
"Keçik"
Fîlmê derhêner Lukas Dhont ê bi navê "Keçik" fîlmekî jî li Cannesê di beşa "Nêrînek Cuda" de hatibû nîşandayîn û Xelata FIPRESCI girtibû. Ligel vê fîlmî Xelata Kameraya Zêrîn ku didin fîlmê derhêner ên yekem metrajdirêj jî girtibû. Serlîstikvan Victor Polster jî Xelata Lîstikvanî girtibû.
Derhêner Dhong di sala 2009'an de li Belçîkayê di rojnameyê de nûçeyek dixwîne û ji ser wê nûçeyê re senaryoyê dinivîse. Di fîlm de çîroka kesek trans ku dixwaze bibe balerîn lê pirsgirêkên derdikevin pêş derdikevin pêşberî temaşvanan.
Her wiha fîlmê "KeçiK"
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Sê rê / Derhêner Cefer Penahî
- Wilglife / Derhêner Paul Dano
- Remi Nobody’s Boy / Derhêner Antoine Blossier
- Girl / Derhêner Lukas Dhont
- Bekarliga Feda / Derhêner Ali DOgancay, Cem Surucu
- Araf 2: Cin Bebek Doguyor / Derhêner Biray Dalkiran
- Masha i Medved 3 (Maşa û Hirça Mezin)
- Super Bear / Derhêner Wang Qi