Diyarname
Kurdekî ji kirmanşanê di Lîstikên Olîmpiyatê ya Rîo 2016 de, di warê halterê de li ser navê Îranê beşdar bû û bi 396 kîloyî rekora dinyayê şikand.
Kênayanûş Rustemî (bi nivîsîna îngilîzî "Kianoush Rostami") di 23'yê tîrmeha 1991'ê de mi Kirmanşayê hatiye dinê. Kîloya wî 84, bejna wî 1.75 e. Ew ji zû ve ye bi halterê re eleqedar e û heta niha hin madalya girtine. Rustemî di sala 2011'an de beşdarî Şampiyoniya Halterê ya Dinyayê bû û di beşa mêran, 85 kîlo de Madalyaya Zêrîn bi dest xist.
Rustemî di sala 2012'yan de beşdarî Lîstikên Olîmyipatê ya ku li Londona Îngilistanê li dar ket bû. Di beşa mêran a 85 kîlo de bi temamî 380 kîlo halter rakir, bû sêyemîn û madalyaya bronzê bi dest xist. Rustemî ku wekî welat li ser navê Îranê beşdarî pêşbaziyên halterê dibe îsal beşdarî Lîstikên Olîmpiyatê ya Rîo 2016 bû. Ew di beşa mêran kîloya 85'ên de beşdar bû û bi giştî 396 kîlo rakir û bû şampiyon, madalyaya zêrîn bi dest xist.
'Ev xelata min ji bo hemû kurdan e'
Rustemî piştî serketinê ji bo rojnamegeran axivî. Rojnamegerek jêre dibêje bi kurdî biaxive û Rustemî bi kurdî dibêje: "Ez xizmetkarê hemû kirmanşahiyên ezîz im, ev xelata min ji bo hemû kurdan e, ez xizmetarê wan im."
Ji bo rakirina halterê roja Rustemî ket pêşbaziyê 12'yê mehê bû. Wî bi temamî 396 kîlo rakir û bi vê di beşa mêran û kîloya 85'an de rekora dinyayê şikand. Piştî Rustemî lîstikvanê ji Çînê Tao Tian bi 395 kîloyî bû duyemîn û madalyay zîvîn; Gabriel Sincraian ê Rumen jî bi 390 kîloyî bû sêyemîn û madalyaya bronzê girt.


