Diyarname
Festîvala Fîlman a Navnetweyî ya Stenbolê dê di navbera 3-18’ê avrêla 2010’an de li dar bikeve. Ji Tirkiyeyê fîlm heta 1’ê reşemiya 2010’an dikarin serî lê bidin.
Festîvala Stenbolê îsal 29’emîn car li dar dikeve. Ji bo beşa Xelata Laleya Zêrîn a Pêşbaziya Neteweyî de fîlm bi hev re bikevin qayişkêşanê xwediyên fîlman divê heta 1’ê reşemiyê berhemên xwe bigihînin ber destê Navenda Festîvalê.
Di beşa Festîvala Neteweyî de digel fîlmên metrajdirêj wekî par belgefîlm û fîlmên anîmasyonî jî dikarin serî li festîvalê bidin.
Serokatiya Juriya 29’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê derhenêr Yeşim Ustaoglu dike.
Derhêner Ustaoglu bi fîlmê xwe “Îz” (Şop) di sala 1994’an de li festîvalên Stenbol, Koln, Nurmbenrgê xelata Fîlmê Herî Serketî girt. Dûre bi “Guneşe Yolculuk-Rêwîtiya Ber bi rojê ve” (1999) di festîvalên wekî Berlîn, Stenbol û Enqereyê gelek xelat girt.
Ustaoglu dûre filmên wekî “Bulutlari Beklerken” û “Pandora’nin Kusu” jî kişand û bi van fîlman jî xelat girt.
Di festîvalê, beşa Pêşbaziya Neteweyî de Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî ji Wezareta Çand û Hunerê 50 hezar TL xelatê bigire.
Dîsa Wezareta Çand û Hunerê dê 10 xezar TL xelat bide Lîstikvanê Herî Serketî a Lîstikvana Herî serketî.
Juriya ku ji endamên Komeleya Rexnegirên Sînemayê ya Navneteweyî pêk tê jî dê li ser navê Onat Kutlar xelata FIPRESCI’yê bidin. Efes Pilsen di vê beşê de xelata 30 hezar USD’ê ji bo ku di fîlmê bê de bikar bîne dide.
Ji bo kesên bixwazin serî lê bidin:
(İKSV, Sadi Konuralp Cad. No: 5 34433 Şişhane – Stenbol
www.iksv.org/film


