Diyarname
Ger pirseke wisa "Di rojekê de 3 nûçeyên li ser jinan ên balkêş ên derketine pêş kîjan in?" bê pirsîn herhal dê ev her sê nûçe bin. Va ne ew her sê nûçe:
'Te silav da, ceza bo te'
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncana Enqereyê îdareyê cezayê dîsîplînê li siyasetmedarên jin ên kurd Ayla Aka Ata û Ayşe Yagci birî. Sedem? Sedem ew e ku di dema hevdîtina ligel malbatan de wan silav daye endamên malbatên hevalên xweş, dest dane hev û hev hembêz kirine. Sûc ev e. Rêveberiya girtîgehê cezayê "mehek qedexeye hin çalakiyan" li wan biriye.
30 sal bûn girtî bû
Jineke kurd bi navê Emine Îpek ji Pasûra Amedê ye. Di sala 1992'yan de dema 18 salî bû Dadgeha EWlekariya Dewletê (DGM) ya Tirkiyeyê 30 sal cezayê hepsê lê birî. DGM'ê wekî sedem jî "Xirakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" nîşan da. Emine İpek a 30 bal bûn girtî bû ji Girtîgeha Gebzeyê hat berdan. Ev bû yekem jina girtî ya siyasî ya kurd ku 30 salan girtî dimîne û tê berdan.
Emîne Îpek di dema 30 salan de li gelek girtîgehên bajarên wekî Riha, Sêwas, Batman, Çewlig û Gebzeyê ma.
Çalakî ji bo Tugluk
Doza li hemberî siyasetmedarên kurd ku wekî "Doza Kobanî" tê zanîn didome. Di vê çarçoveyê de dadgehê biryar daye ku siyasetmedar Aysel Tugluk 1'ê gelawêjê bi SEGBÎS'ê beşdarî dadgehê bibe. Tugluk ku nexweş e û ev salek e jinên aktîvîst dixwazin ew bê berdan, dê 2 rojan ji bo wê çalakiya li ser tora civakî saz bikin. Platforma 1000 Jinan ji bo Aysel Tugluk biryar dan ku berî dadgeh dest pê bike 2 rojan bi taga "#AyselTuğlukaişkenceyeson” li ser tora civakî re çalakiyê bikin. Li gor biryarê roja 30 û 31'ê mehê saet 21.00'an de bi ser tagê de rê agahî û dîmen bêne belavkirin, dê bikin ku dengê Tugluk bilind bikin.
Aysel Tugluk ev salek e nexweş e û platform ne darizandin, lê dixwaze Tugluk bê darizandin bê berdan û hewce bike bê girtî bimîne darizandina wê bidome. Ji bo vê yekê Tiba Edlî rapor jî daye lê dîsa jî nayê berdan.