Diyarname Hirvatistanê karî 116 deqe ber xwe bide Di maça sêyemîn a rojê de Portekîz û Hirvatistan hatin hemberî hev. Nîveka yekemîn bi sekan derbas bû, di nîveka duyemîn ber bi dawî ve maçê lez girt. Her du tîma zor dan kelehên hev lê encam neguherî û maç derbasî 30 deqîqeyên dawî bû. Û kêliya herî xweş a maçê ev deqîqe bûn, bi taybetî nîveka duyemîn a vê beşê. Gog geh ber bi wê kelehê, ger ber bi keleha din ve. Lê di deqîqeya 116'an ve dengê golê ji Portekîzê hat. Di vê deqîqeyê de Nanî pas da Ronaldo, Ronaldo li nava sehaya pêş kelehê lêda kelevan gog derxist, Querasmayê ku gog dişopîne bi serê xwe lê da û gol: 1-0 Di deqîqeyên mayî de Hirvatan zor li Portekîzê kir, hin firsend jî bi dest xistin lê nekarîn golek biavêjin û di dawiya deqîqeya 120'î de aliyê serketî bû Portekîz. Portekîz piştî Galler û Polonyayê wekî tîmê sêyemîn derbasî çarîk fînalê bû. Notek ji bo Ronaldo: Ronaldo di vê tûrnûvayê de heta îro wisa serketinek mezin nîşan da, heta mirov dikare bibêje asta lîstira wî di bin asta quwetê wî re bû û di vê maçê de jî rewş neguherî. Lê ji bo Ronaldo rekorek din hebû: Ronaldo îro bû 128 caran formaya Portekîzê li xwe dike û ev yek rekorek e. Heta niha Luis Figo 127 caran formaya tîmê li xwe kiribû û lîstikvanê ku herî zêde formaya Portekîzê li xwe kiribû bû. Ronaldo ev rekor ji destê Figo girt. Rekorek din jî lîstina di Şampiyoniya Ewropayê de ye: Heta niha lîstikvan Lilian Thuram (Fransiz) û Edwin van der Sar (kelevanê Hollanda, di vê tûrnûvayê de nîn e) 16 caran lîstibûn, Ronaldo bi lîstina îro re ew jî bû 16 car û gihîşt wan. Ji ber Portekîz derbasî çarîk fînalê bû, di maça bê de Ronaldo dê rekorê ji dest wan bigire. HIRVATISTAN: Subasic, Srna, Corluka, Vida, Strinic, Balelj, Modric, Perisic, Rakitic, Brozovic, Kalinic, PORTEKÎZ: Patricio, Eliseu, Carvalho, Pepe, Vierinha, Gomes, Moutinho, Mario, Quaresma, Nani, Ronaldo
Îro maçên pêşî ên ji bo çarîk fînalê hatin lîstin. Di maça yekemîn de Polonya bi penaltiyan bi ser ket. Maça duyemîn de Galler bi golek bi ser ket û derbazî çarîk fînalê bûn. Di maça din de Portekîzê di deqîqeya 116'an de gol avêt û navê xwe li texteyê çarîk fînalê nivîsî.
Galiyan îrlandî şandin mal
Di maça duyemîn a rojê de Galler û Îrlandaya Bakur hatin hemberî hev. Di nîveka yekemîn de her du tîman nekarî pozîsyonên baştir çêbikin û bi ser bikevin, bi 0-0'ê çûn hundir.
Nîveka duyemîn Galler bi serketî ket nav sehayê. Di deqîqeya 53'yan de Vokes, pênc deqe paşê Bale lêda lê gol nehat. Deqîqeya 75'an de Bale ji aliyê çepê ve ber bi sehaya ber kelehê ve çû, bi şid li gogê da lîstikvanê Îrlandaya Bakur McAuley gog avêt keleha xwe, Galler 1-0 derket pêş.
Di deqîqeyên mayî de Galler nehişt Îrlanda bersivê bide û maç bi 1-0 bi dawî bû. Galler ku di dîroka xwe de yekemîn car beşdarî tûrnûvayê EURO'yê bûbû yekemîn car derbasî çarîk fînalê bû.
KUNYE:
Stad: Parc des Princes
Hakêm: Martin Atkinson, Michael Mullarkey, Stephen Child (Îngilistan)
Galler: Hennessey, Chester, Ashley Williams, Davies, Gunter, Allen, Ledley (Dq. 63 Jonathan Williams), Ramsey, Taylor, Vokes (Dq. 55 Robson-Kanu), Bale
Îrlandaya Bakur: McGovern, Hughes, McAuley (Dq. 84 Magennis), Cathcart, Jonny Evans, Ward (Dq. 69 Washington), Davis, Corry Evans, Norwood (Dq. 79 McGinn), Dallas, Lafferty
Gol: Dq. 75 McAuley (Kendi kalesine) (Galler)
Qertên Zer: Dq. 44 Dallas, Dq. 67 Davis (Îrlandaya Bakur), Dq 58 Taylor, Dq. 90+4 Ramsey (Galler)
Bi penaltiyan Polonya bi ser ket
Maça yekemîn a rojê di navbera Polonya û Swîsreyê de bû. Di deqîqeya 39'an de Blaszczykowski tîma xwe Polonya 1-0 derxist pêş û nîveka yekemîn wisa bi dawî bû. Swîsre di deqîqeya 82'yan de bi Shaqiri bersiv da: 1-1.
Li vir notek ji bo Shaqiri; lîstikvan Shaqiri wisa golek avêt îsal di vê tûrnûvayê de golek wisa xweş hê nehatiye avêtin.
Maç bi 1-1'ê bi dawî bû û maç derbasî 30 deqîqeyên zêde bû. Di vê demê de jî wekhevî xira nebû û encam bi penaltiyan bi dawî bû. Polonyayê Swîsre bi 5-4 têk bir û di dîroka tûrnûvayê de yekemîn car derbasî çarîk fînalê bû.
KUNYE:
Stad: Geoffroy Guichard
Hakêm: Mark Clattenburg, Simon Beck, Jack Collin (îngilistan)
Swîsre: Sommer, Lichtsteiner, Djourou, Schaer, Rodriguez, Behrami (Dq. 77 Fernandes), Xhaka, Dzemaili (Dq. 58 Embolo), Mehmedi (Dq. 70 Eren Derdiyok), Shaqiri, Seferovic
Polonya: Fabianski, Piszczek, Glik, Pazdan, Jedrzejczyk, Blaszczykowski, Krychowiak, Maczynski (Dq. 101 Jodlowiec), Grosicki (Dq. 104 Peszko), Milik, Lewandowski
Gol Dq. 39 Blaszczykowski (Polonya), Dk. 82 Shaqiri (Swîsre)
Qertên Zer: Dq. 55 Schaer, Dq. 117 Djourou (Swîsre), Dq. 58 Jedrzejczyk, Dq. 111 Pazdan


