logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Di kûrahiya bîra jinê de: Nirxandinek li ser pirtûka Fatma Savci 'Bîrgeha Mê'
  2. Ji bo piştgiriya Weşanên Sîtavê nivîskar tên ba hev
  3. Weqfa Mezopotamyayê resepsiyona ‘Ferhenga Rastnivîsînê’ li dar xist
  4. Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’
  5. Şaredariya Peyasê Atolyeya Hunerê ya Yekta Vekir
news-details

Kurd bûbûn du parçe: Portekîzî û Fransî, portekîzî bi ser ketin

Di fînala Euro 2016 de kurd bûbûn du parçe, yên ku Portekîz pê digirtin, yên ku Fransiz... Sedem diyar bû...

  • Dîrok: 11/07/2016
  • Beş: EURO 2016

Cemil Oguz


Ji 10'ê meha pûşperê re tam bû mehek fûtbolhezên Ewropayê bi kêf, bi coş maçên Euro 2016'an dişopînin. Di dawiyê de li mala Fransayê, di fînala di navbera Fransa û Portekîzê de Portekîz gihîşt miraza xwe.
Gelek kurdî piştgiriya Fransayê dikir, ji ber ku Fransa welatê pêşîn bû ku ji Rojava serfermandarên YPG/J'ê li Qesra Elysee dikir mêvan. Hinan piştgiriya Portekîzê jî dikir ji ber ku Portekîz yek ji van welatan bû ku li ser kuştina sê jinên siyasetmedar ên kurd ên li Silopiyê parlemen civayabû û parlemenê biryara şermezar kirina Tirkiyeyê dabû. Û li nav YPG'ê ji Portekîzê jî  hebûn. Lê mesele ne tenê ev bû, ji aliyê hezkirina fûtbolê ve jî dilê kurdan bûbû du parçe; yek Fransa, parçeya din Portekîz... Ji bo kurdan maç wisa dest pê kir, lê ji bo fransiyên ku Stada De France ya li Parîsê tije kiribû heyecaneke din hebû; ew 2 caran derketibûn fînalê û her du caran jî bi ser ketibûn (1984-2000) û di vê fînala sêyemîn de cara sisêyan dê kûpa bigirta yan na.

Bi tîma xwe bawer bûn ji ber ku di 6 maçên ku di vê tûrnûvayê de lîstine de 5 caran bi ser ketibûn û tenê carek wekhev mabûn. Tam 13gol avêtibûn ku tîma herî zêde gol avêtibû, lê tenê 4 gol avêtibû. 

Lê ligel her tiştî ev fînal bû û di fînalan de her tîmî heta hêza xwe ya dawî ber xwe dida, her tîmî dixwest bibe şampiyon. Helbet Portekîzê jî.

Portekîz di maçên xwe yên pêşî de zêde ne bibandor bû, herî dawî li hemberî Gallerê maçek serketî derxistibû lê di serî de Ronaldo, hemû lîstikvanên Portekîzê bawerî bi serketinê,bi şampiyoniyê anîbûn û bi vî awayî derketibûn sehayê. Ji Portekîzê 15 hezar temaşevan hatibûn Fransayê û li stadê cihê xwe girtibûn.

Xwediyê Nobelê

Portekîz bi awayekî fermî Komara Portekîzê wekî rêveberî komar e, Serokomar,Serokwezîrên wê û parlemena wê heye.Nifûsa wê bi ser 10 mîlyonî re ye, artêşa wê heye lê leşkeriya mecbûrî li wê derê nîn e. Azor û Madeîra du herêmên wê yên xweser jî hene. Zimanê fermî portekîzî ye. Ji aliyê perwerdehiyê ve jî Portekîz pêşketî ye, zanîngehên wan ji sala 1290'î ve dersê didin. Ji aliyê wêjeyê ve jî ew pêşketî ne. Nivîskarê partekîzî Jose Saramago (1922-2010) ku  bi dehan  berhem nivîsandine di sala 1998'an de Xelata Nobelêya Wêjeyê girt. 

Lîstikvanên navdar

Portekîz ji aliyê lîstikvanan de jî gelek navdar e. Wekî Tîma Neteweyî ya Portekîzê di nav 208 endamên FIFA'yê de bi serketina xwe di rêza 8'an de ye. Heta niha Eusébio, Luís Figo û niha Rui Costa û Cristiano Ronaldo lîstikvanên wan ên jîr û jêhatî û navdar in. Portekîz di Kûpaya Cîhanê de du caran(1966, 2006) nîv fînal lîstiye, di ya yekemîn de Eusebio bi 9 golan bû golavêjê salê. Ev tîm tenê carek kariye di Tûrnûvaya Ewropayê de derkeve fînalê: Di sala 2004'an e û wê çaxê li hemberî Yewnanistanê têk çû. Niha cara duyem derket fînalê û bû şampiyon.

Portekîz çawa hat neha niha?

Di MAÇÊN KOMAN de Portekîz di Koma F de bû 14'yê pûşperê di maça xwe ya yekemîn de derket pêşberî Îzlandayê û maç bi 1-1'ê bi dawî bû; her tîmî pûanek girt.

Maça duyem ligel Avusturya bû roja 18'ê avrêlê û maç 0-0 bi dawî bû dîsa her yekê pûanek girt.

Di maça sêyem ku 22'yê mehê hat lîstin de Portekîz vê carê li hemberî Macaristanê lîst û maç dîsa wekî hev  bi 3-3 bi dawî bû. Di sê maçan de tenê 3 pûan. Bi vê Portekîz piştî Macaristan û Îzlandayê wekî sêyemînê komê ji Maçên Koman derket û ket nav 16'an. Di maçên 16 tîman de Portekîzê Hirvatistan bi 1-0 têk bir û hat çarîk fînalê. Di çarîk fînalê de Polonya bû reqîbê wê û maç bi 1-1 bi dawî bû. Bi penaltiyan (5-3) Portekîz derket nîv fînalê.

Portekîz ku heta niha bi "wekheviyan", hinek jî bisiûd bi ser ket û heta nîv fînalê hat, maça xwe ya herî serketî di nîv fînalê de li hemberî Galler lîst. Di maçê de nîveka yekemîn a maçê bi 0-0 bi dawî bû lê serdestî di destê Galler de bû. Nîveka duyemîn bi serdestiya Portekîzê dest pê kir. Di deqîqeya 49'an de Ronaldoyê çav li ser bû derket ser dikê; gelek bilind bû, serek xweş li gogê da: 1-0. Gallerê hê şoka vê golê ser xwe neavêtibû di deqîqeya 53'yan de vê carê Nani xwe nîşan da: 2-0. Bi vê encamê Portekîzê berê xwe da fînalê û çav li kûpayê kirpand. Portekîz bi van îstatîstîkan derket pêşberî Fransayê.

Û bi vî awayî maçê dest bi maçê kir. Fransa di maçê de serdest bû, di 90 deqîqeyê de Fransayê 17 caran zor li keleha Portekîzê kir, 3 sê jê gelek bi bandor bûn lê kelevanê Portekîzê Patricio ku hemû êrîş şikenandin heq kir ku bibe Lîstikvanê Maçê. Di deqîqeya 25'an de kaptanê tîmê Ronaldo seqet bû derket, vê yekê moralê wan xira kir lê hêviya wan neşikiya.

Sanches reqora Ronaldo şikand

Hemû lîstikvanan ber xwe dida, yek ji wan jîlîstikvanê ciwan Sances sû. Lîstikvanê Portekîzê Renato Sances niha 18 sal û 326 rojî ye ku di fînalê de lîst; bi vê ciwaniya xwe rekora Ronaldo ji dest wî girt. Cristiano Ronalda 19 salî û 150 rojî bû di fînala Euro 2004'an de lîstibû û wekî lîstikvanê herî ciwan ketibû nava dîroka Tûrnûvaya Şampiyoniya Ewropayê. Ronaldo jî rekor şikand ku 133 caran formaya Portekîzê li xwe kir ku heta niha lîstikvanê herî zêde ev forma li xwe kiriye (emê nivîsek taybet liser amade bikin).

10 maçên dawî

Di 10 maçên dawî ku her du tîman bi hev re lîstibûn de Portekîzê qet nekaribû Fransayê têk bibe. Her du tîman 24 caran bi hev re maçên taybet û maçên fermî lîstibûn. Di van de Fransa 18 caran, Portekîz 5 caran bi ser ketibû û carek jî wekhev mabûn. Di van maçan de Fransa 49, Portekîzê 28 gol avêtibûn. Portekîz herî dawî di sala 1975'an de, dema ez û hemsalên min hatibûn dinê li hemberî Fransayê bi ser ketibû. Di Euro 2000 û Kûpaya Cîhanê ya 2006'an de her du tîm hatibûn hemberî hev, di her duyan de jî Portekîzê li hemberî Fransayê serî tewandibû. Lê vê carê Portekîzê nedixwest serî bitewîne.

Fransa xwedî 2 kûpayan e

Di Şampiyoniya Fûtbolêya Ewropayê de Fransa 9 caran lîstiye, 2 caran derketiye fînalê û her du caran jî kûpa biriye mala xwe. Fransa îsal jî derbasî fînalê bû, bû tekane tîm ku di dema mazûvaniya xwe de sê caran derdikeve fînalê lê vê carê nekarî bibe serî.  Portekîz 7 caran beşdarî vê tûrnûvayê bûye lê tenê carek derketiye fînalê û winda kiriye. Di vê cara diduyan de nexwest hêviya xwe bihêle careke din û bû şampiyon.

Di dawiya 120 deqîqeyan de Portekîz bû şampiyonê Ewropayê û kûpa bir mala xwe. Di mehek maçên Euro 2016 de temaşevanan maçên xweş temaşe kirin ku fînal jî yek ji wan bû. Em Portekîzê ku guhek wan li ser kurdan e pîroz dikin.

**

Ji bo agahiyên li ser maçê:
- Û xilas: Portekîzê li mala Fransayê kûpa ji dest wan girt

 

Parve Bike

Youtube Me

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
EURO 2016 - Nivîsên Dawî
news
  • 11 07 2016

Kurd bûbûn du parçe: Portekîzî û Fransî, portekîzî bi ser ketin

news
  • 11 07 2016

Vane 11'yên serketî yên Euro 2016

news
  • 11 07 2016

Portekîzê çiqas, Tirkiyeyê çiqas prîm belav kir?

news
  • 10 07 2016

Fînal li benda sporhezan e

news
  • 10 07 2016

Û xilas: Portekîzê li mala Fransayê kûpa ji dest wan girt

news
  • 07 07 2016

Fransa û Portekîz dê kap biavêjin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Hejmara şaredariyên kurd ên kayyûmê dest danîne ser

ad

Li Skandînavyayê rewşa modelên xweseriyê

ad

Biserketiyên Pêşbaziya Abdullah Duran diyar bûn

ad

Hejmara kesên dê referanmûdê de deng bidin diyar bû

ad

9 pirtûkên nû li pirtûkxaneya kurdî zêde bûn

ad

Serokwezîrên xelkê wisa ne!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Di kûrahiya bîra jinê de: Nirxandinek li ser pirtûka Fatma Savci 'Bîrgeha Mê'

  • 19 05 2026
news

Ji bo piştgiriya Weşanên Sîtavê nivîskar tên ba hev

  • 19 05 2026
news

Weqfa Mezopotamyayê resepsiyona ‘Ferhenga Rastnivîsînê’ li dar xist

  • 20 05 2026
news

Ji gelek aliyan ve ‘Kurdên Anatoliya Navîn’

  • 21 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname