Diyarname
Nîşangirê Kobanî
Harûn kurd e û nîşangerekî jîr e, li nav kuçeyên bajarê hatiye xirakirin dimeşe. Dema dikeve berbere bi hurmet wî pêşwazî dikin, ji ber ku ew gelên Kobanî ji DAIŞ'ê diparêze. Tiştên berber jê bipirse pir in lê Harûn bi kurtî bersivê dide, divê vegere ser karê xwe. Em li pişt dîwar wî dibînin carinan guleyan direxîne û pêre wekî nîşangirek qala jiyana xwe dike. Derhênerê kurd Rêber Dosky ev belgefîlm kişandiye.
Baglar
Tîmek basketbolê ya bi navçeya heman navî Baglara Amedê. Tîm ber xwe dide wekî hemû hemwelatiyên xwe yên ber xwe didin. Belgefîlmê berxwedana vî tîmî û berxwedana gelê wî têkilhev dike... (Derhêner Berke Baş, Melis Birder)
Çinara Spî
Kalê gihîştiye sed salî. Yê ji destê wî her tişt tê: Merengoz, hostayê dîwaran, tembûm çêker û tembûrvan... Çîroka Zeynel Dede... (Derhêner Kazim Oz)
Îlhan Samî Çomak
21 sal mirov li zindanê be tiştek çawa ye? Belgefîlm bala xwe dide ser van 21 salên Îlhan Samî Çolak (Derhêner Çigdem Mazlum, Sertaç Yildiz)
Bîra min têtin
Roja 28.12b2011'an balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê gule bi ser gundiyên Roboskî de barandin û 34 gundî hatin kuştin. Belgefîlm vê mijarê ligel gundiyên hê jî li ser sînor diçin û tên, karê "qaçaxçîtî" dikin tîne pêşberî temaşevanan. (Derhêner Selim Yildiz)
Roza Welatê Du Çeman
Belgefîlm bi ser kurd, suryanî û ereban re şoreşa Rojava tîne ziman. 'Derhêner Kudbettin Cebe)
Dûr e
Li Kobanî jin, şervan, jiyana jinan... Jinên têkoşer... Di nav Kobaniya kavilbûyî de jinek direqise. Belgefîlm bi ser jinan re balê dikişîne ser Kobanî (Derhêner Leyla Toprak)
Ev û gelek belgefîlmên din. Bi kurdî, tirkî, îngilîzî û bi gelek zimanên din. Şahiya belgefîlman, Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist ku êdî bûye kevneşopiyek e, êdî belgefîlm hez her sal li bendê ne careke din deriyê xwe vedike.
Documentarist îsal 8'emîn car roja 28'ê gulanê deriyên xwe vedike û heta 2'yê dê bidome.
Ji bo agahiyên zêdetir:
www.documentarist.org
Hemû bername:
DOCUMENTARIST 2016
Fragmana Documentarist 2016:


