logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Nûbihar bi '100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî' hat
  2. Du Beden, Yek Dil di Dengê Strana Avê de: Şæmîran
  3. Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir
  4. 2025: 67 rojnamegerî hamey kiştişî
  5. Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna
news-details

Cejna zimên, azadiya zimên e

Îro, roja derketina Hawar a rûmeta gelê kurd e. Kurd ji aliyê parastina zimanê kurdî de bêşik û guman deyndarên di sêrî

  • Dîrok: 16/05/2009
  • Beş: Serbest


Dizgûnê Dewrêş (Deniz)

Îro, roja derketina Hawar a rûmeta gelê kurd e. Kurd ji aliyê parastina zimanê kurdî de bêşik û guman deyndarên di sêrî de Celadet Elî BEDIRXAN û hemû karkirên yan jî kedkarên kovara Hawarê ne.
Ev kovara han, ne tênê bi nivîsandinê wekî guleke çolê ye; her wiha ji aliyê jiyana madî ve jî rewşa van rewşenbîrên giranbuha rewşa çolê ye. Di nava tuneyî û feqîrî de ev kovar tomar kirine. Loma jî em îro wekî nifşên li pêy wan ji bîr nekin ku heqê wan hîna jî li ser me wekî barekî giran sekiniye.
Kengê doz û xebata zimanê kurdî ji bin tirs û zora dagirkeran bi tevahî hate azad kirin em dikanin bibêjin barê me hatiye xarê.
Hawar, 78 sal berê di van rojan da kete çapê û ev pelgên pîroz rûyê herfên ji risasê alastin û berê xwe dan dest û tiliyên nemir ê hînkarê mezin Celadet Elî Bedirxanî.
Çîroka vê bendava çand û dîroka kurd bêşik gelekî dûr dirêj û kûr e.  Li bi kurtiya çîrokê em vê carê razî bin. Û çêtir e ku em wê ji hîmdarê wê birêz Celadet Elî Bedirxan guhdarî bikin:   
¬“Ji xwe derketina Hawarê ji bo vê yekê dereng maye. Hawar di meha gulanê de derket. Min rixseta Hawarê di bîst û şeşê çirya berê 1931’ê de girt û karên derxistina wê di pêşiya goçokê de (Şibat)pêk anîbû.
Çar mehan ez li hêviyê mam, da ko bi destbirayê xwe (Tewfiq Wehbî beg - DD) ve dest bi dest elfabêyeke welê derînim ko pêşdetirî li dû pityê vemekit. Lê her wekî min ji jor ve got li min nehat vegerandin. Jê bêtir jî min nikarîbo ez li hêviyê bimînim. Ji lewra me dest bi derxistina Hawarê kir û elfabêya xwe ji kurd û biyaniyan re da zanîn.
Îro di meydanê de tiştekî çêkirî heye. Kovarek û elfabêyek. Nik dilê min ji bona îro ya çêtir û rastir ev e ko em hêla xwe bidin û vê elfabêyê heta higê ko mihiceta edlanendê bikevêt pêşiyê û rê li me bigirêt,pêşve bibin.” *
Niha em bi biryara Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bûn xwediyê cejneke giranbuha. Ev biryara hêja di sala 2006’an de xiste pratîkê û çaremîn car e bi dilxweşî tê pîrozkirin. Bi baweriya min pîrozkirina eslî nivîsandin û axaftina zimanê me ye.
Di vê de rêbazên sereke de em qebûl bikin ku em bêkêr in. Di sêrî de êşa me ya li başûrê Kurdistanê ye ku bi awayekî sîstematîk hin hêzên biyanî û di sêrî de jî dewletên serdest ên Kurdistanê tirk, ereb û faris li ser siyaseta îngîlîzan li hev kirine û naxwazin yêkitiya zimanê kurdî çêbibe; berovajî da ku parçe bikin û gelê kurd ji hev dûrxin lîstikan dixin rojevê û di serî de rewşenbîrên soran û gelek siyasetmedar û rêvebirên Kurdistana Federal jî ji vê politikayê re dibin alîkar.
Eva birîneke gelek gelek kur û êşdar e.
Ya duyemîn: Cidiyeteke rewşenbîriya kurd li ser stratejiya zimanê xwe xuya nabe. Tê dîtin ku rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ji gel re têra ku lazim e li zimanê xwe venagerin û helwesteke xurt li gel wan tune. Ev jî li ser gel bandoreke gelek neyînî dike. Wan diajo ber bi zimanê dagirkeran ve. Hît û navdarên wan.
Kurdên kurdîzan hê jî di nava jiyanê de zimanasîn û zanîna xwe negihadine asteke bilind û bi esîl. Malperên ku xwe wekî alîgirê doza azadî û kurdperwerî nîşan didin nivîs û gotarên kurdî dikin rêza herî binî û bi vê jî diyar dibe ku armanc ne ev doza dîrokî ye. Armanc tam û çêşniya malpera xwe xurt bikine. Kurdî di wir de dewsa ava lêmûnê yan jî şûnde bexdanûsê de hatiye karanîn.
Hindek rewşanbîr û zanayên me jî – Xwedê rehma xwe li ser mejiyê wan bibarîne- tefsîlat û xezîneyên xwe bi tirkî, farisî û erebî dinivîsin û ji her kesî zêdetir jî qedr û siyanetê ji xwe re dixwazin. Yanê ji bo doza kurd û Kurdistanê ji her kesî bêhtir ked daye û xwe westandiye! Belê kesên wisa bi rastî jî hene -ku xwediyê sedemên maqûl in- ji wan re rêz jî divê; lê bizanibin ku eger li zimanê xwe venegerin ev tolerans wê rojekî biqede.
Sêyemîn: Beşek ji van jî qet xwe ji bo hînbûn yan jî pêşde birina zimanê xwe tu helwestek nîşan nadin û wekî mirî ne li hember zimanê xwe. Peyv û hevokên genî wekî zingilê miya sor bi salan dubare dikin û tu pêşketinê ji xwe re nakin armanc. Li bendê ne ku her kes ji wan re bêjin ‘Heyran me ji xwe xilas bikin dev ji vê kurdiya qels û şaş rizgar bike wer dev ji vî zimanî berde’ ne.
Çaremîn:  Saziyên jinên kurd in ku di warê zimên de divê kar û xebatên xwe bi giranî li ser vê mijarê kom bikin û vê têxin navenda xebatên xwe. Hina jî xebatên dijminatî yên dewletên dagirker zêde tişt hilnedane. Li hemû parçeyên Kurdistanê sîstemên serdestan pêşî planê xwe li ser asîmîlekirina keç û jinên kurd kirine û dikin.
Pêncemîn: Di sazî û dezgehên me de pirsgirekên gelekî mezin hene ku li gorî navên mezin karê ku bi encam dikin gelekî pîçûk in. Ev dibe ku pir kesan biêşîne jî. Lê rastî, rastî ye. Çend mînak divî warî de mirov dikane bide jî.
Mînak  nûçeyên me bi salane tên nîqaş kirin. Û ev nîqaş ji bo çi tên kirin mirov tênagihîje. Çi ajans, çi rojname, çi radiyo û çi jî televîzyonên me de tiştên ku tên kirin li gel netew û civakên din ku werin kirin dinya ji şûnda xwe dileqe.
Hevokên ji hevçûyî, pêşkeşvanên ziman hişk, tevliheviya peyv û hevokan dikin, moderasyoneke tisî û sist, ji kelecanê dûr; hevokên ku raste rast zimanên din hatine wergerandin lê tu muzîka zimanê kurdî pê re tune.
Ev jî nifşên nû diajoyî ser telefuzên şaş û kaş. Nivîsên ser ekranên me pir caran mehda mirov li hev dixîne. Xwedê giravî soraniya bi alfabeta latînî dinivîsin kesek ku mijarê nizane wê bêje ev yan televîzyoneke lehî (polonî), çekî yan jî macarî ye! Digel vê qet qala pozbilindiya wan jî nekin! Di xetayên xwe de rik, gûhfirehî, qûretî û gelek tiştên din.
Bi dehan radiyoyên kurd li ser înternetê û satellite (disambiguation)  hene û mirov dibêje qey piraniya wan an ne li ser rûyê dinyayê ne û ne jî kurd û çanda kurdî nas dikin.
Minakek biçûk, gava bûyera reş ya gundê Zanqirta girêdayî navçeya Şemrexa Mêrdînê  di nûçeyên ajansa kurd de bi rojan tenê wekî “Bilgekoy” a tirkî derket! Mirov vê yekê ji bilî  guhfirehtî çawa rave bike?
Saziyên hunerê yên kurd li ser teks û awazên hunermendan tu car nesekinîne –yên ku disekinin jî gelek kêm in- û ji qanûnên navxweyî bêpar in. Xuyaye ji xwe re nakin derd ku kurdiyeke resen ji wan re serbilindî û ji hunera wan re hîmê paşerojê ye!
Loma jî ji xwe re nakin armanc. Hinek xwedêgiravî navê hunermendî li xwe dikin lê tu rêza wan ji zimanê kurdî re tune û wekî ku ji kevanê filitîne bi teks û gotinên şaş CD û kasetan verdişin, der û dora pak genî dikin. Ne awaz awaz e û ne jî naverok naverok e. Tu sazî û dezgehekî jî nas nakin.
Zimanê wan ê dewlemend li erdê ye ewana jara kuştinê li zimanê xwe wer dikin dev ji stranên xwe diqerin û stranên dagirkeran dixin nava berhemên xwe û navê vê jî daxwaza biratî lê dikin!
Heyran ev tenê xapînoka we ye. Eger buhtane ev gotinên min herin Besra, Necef yan jî Tikrîtê berhemên we ji ber strana we ya erebî çiqas tê guhdarî kirin an jî firotin?
Kêfa we nehat herin Yezd, Êsfehan, Qom û Tehranê ka çend berhemên we ji ber stranên we yên farisî hatine hez kirin û frotin? Vê jî têrî we nekir biçin Trabzonê, Konyayê  Burdur ê yan jî Balikesirê ka çend berhemên we ji ber stranên we yên “biratî” hatine hez kirin û guhdarî kirin?
Sifir! 
Mantiqê dagirkerî ew jî ber bi pêsîra xwe ve hilkişandine. Lewra ew dihizirin ku gel -haşa- wekî pez e, emê dê çi bidin ewê wekî kês û ka bixwin!
Na heyrana we na, tiştekî wisa tune! Hûn xwe dixapînin! Werin gunehên nifşên pêy xwe nekin stûyê xwe û wan nexapînin.
Bi kurtasî geşbûna zêmên ne bi pîrozbahîyan e; ji bo ku ew pêş de here divê bi her awayî xwedî lê derketin hebe. Pîrozbahî dibe ku mîsyona çîk yan jî pêt ên agir bigire û bi cih bîne; lê germ û şewatê re yanê ji encameke baş re, stratejiyeke qewî û pêşketî, baweriyeke xurt û bi rik, dilsozî ji qualitê re ango neqail bûneke ji tiştên rêzê re, yan jî karê dubare kirî re divê.
Gotineke me heye dibêjin “Êş li ku derê ye, can jî di wir de ye”. Ma ji vê gotina xweş bêhtir em dikanin tiştekî din bibêjin.
Belê  dilê kê ji rewşa zimanê xwe re diêşe û dişewite, canê kurdî di wan rih û bedenan de ye. Hejmara wan hezar mixabin ne zêde ye, lê beden bi kêm ezayan jî zêde li jiyanê namîne. Jê re şanseke din tune. Divê vê yekê  bizane.
Ez cejna we pîroz dikim. Hêvîdarim hejmara dilêşên kurd zêdetir bibe.
14.05.2009

* Celadet Elî Bedirxan/HAWAR  / hejmar 10 /1932 (ji gotara hêja Mamoste Konê Reş/ 01.07. 2007)

hister35@hotmail.com

***

Nivîsên Dizgûnê Dewrêş ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Jin im ez, li vira têm kuştin!
- Mereş
- Ozgur Gundem
- Ehmedê Xanî û xwedî

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Pêşniyara temaşekirina fîlman

news

Ey Reqîb divê li ku derê neyê xwendin?

news

diyarname podcast Serketiyên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt diyar bûn Dîrok: 06/12/2025

news

Roja Axê ya Dinyayê

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 09 12 2025

Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna

news
  • 08 12 2025

Du Beden, Yek Dil di Dengê Strana Avê de: Şæmîran

news
  • 05 12 2025

2025: 10 welatên herî aram

news
  • 04 12 2025

2025: Peyvên herî zêde lê geriyane

news
  • 28 11 2025

Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve

news
  • 25 11 2025

Pelên Şil

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Hikûmeta Başûr nahêle alîkariyên mirovî derbasî Rojava bibin

ad

Hiso: Me tu bersiv ji ENKS’ê wernegirtiye

ad

Ciwan Haco bangî hunermendên dinyayê kir

ad

Hikumeta Yewnanistanê fûtbol da rawestandin

ad

Di malpera fransî de kurdî jî hate bi cihkirin

ad

Nivîskarên Diyarnameyê 'Daxuyaniya Dolmabahçeyê' dinirxînin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nûbihar bi '100 Saliya Serhildana Şêx Seîd Efendî' hat

  • 08 12 2025
news

Du Beden, Yek Dil di Dengê Strana Avê de: Şæmîran

  • 08 12 2025
news

Festîvala Fîlman a Amedê dest pê kir

  • 08 12 2025
news

2025: 67 rojnamegerî hamey kiştişî

  • 09 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname