Dizgûn Denîz
Her kes hin caran heyfê li hin dem an jî tiştan tîne. Ez jî li gelek tiştan.
Yek jê ji wan, resmê ku niha ez ji we re behsa wê bikim bi xwe ye.
24 yan jî 25'ê vê heyvê yê 15 sal berê ye. Wê rojê em nêzîkî 18 heval ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ve hatibûn darizandin û di encamê de du heval kêm em hatin berdan.
Meseleya girtina me îşareta gelek tiştan bû û berdana me jî her wiha.
Ji bo ku baştir bê zanîn ez dixwazim hinekî vegerim dîroka wan salan û dîsa bi hev re vegerin îro.
Çîroka min belkî jî ya herî rehet ji yên hevalên min e.
***
Rojekê tesadufî li mala nasekî xwe ez rastê mêvanekî din hatim ku gelekî cixare dikişand lê gelekî xweş jî xeber dida.
Xwediyê malê em bi hev dan nasîn. Got: Ev hevalê Zekî ye.
Ji wê nîvro heya nîvê şevê me, rewşa siyasî bi hev re nirxand ku navenda vê guftigoyê jî kurd û Kurdisan bû.
Dema xatir xwestinê ku ez derkevim Zekî pirs kir: "Hevalê hêja ma em carek din dikanin hev bibînin?"
Min got: "Belê, çima nebe... Ger hez bikin kerem bikin werin serdana me jî."
Jiyana min dîsa wekî rojên din sibê ez ajotim kar û nêzîkî heyvekî pişt re êvarê ku ji kar vegeriyam min bi nifta xwe deriyê malê vekir ku bikevim hundir min mêze kir ku gelek sol li wê derê ne.
Ji bo ku pirî caran wiha bû, ji min re xerib jî nehat û berê ku herim hundir min berê xwe da serşokê. Piştî ku min destê xwe şûştin, ez çûm hundir.
Min dît ku ew hevalê min, Zekî, hevalekî din yê wan û keçek jî bi wan re li ser sifreyê ne çay vedixwin û dikenin.
Min ku silav da û xêrhatina wan kir Zekî keniya û didanê xwe yên ku ji zêça cixarê zor xuya dibûn derketin meydanê lê ji min re gelekî sempatîk hat; got:
“Yaho hevalê Dizgûn te ji xwe re bela kar xist. Gere ez tenê bihatama lê du birçiyên din jî xwe dane pey min û hatine. Eger tu naxwazî em dikanin wan biavêjin derve. Bizanibe ku ev keçik hemşeriya te ye. Êdî tu bi wijdanê xwe yî”
Em hemû, bi van gotinên wî yên ji dil keniyan û şor yan jî axaftineke gelek germ destpê kir. Û heya rabûna wan jî kuda. Dema hewldan ku biçin mal got: “Hevalê Dizgun em îşev hatin ku te bixwazin” û dîsa bi hev re keniyan.
Ew tewra wî ez dixistim nava mitaleyê. Min ji xwe dipirsiya ma em berê ve hev û du nas dikin yan na?
Lewre ew qasî ji dil bûn mirûv, dixiste dubendiyê. Gelo ez ji berê ve wî nas dikim? Ez dîsa vedigeriyam rastiyê ku me hev û du ev cara diduyan e ku didît.
Ku dît ez şaş bûme got, “Heval şaş nebe. Ez dixwazîm tu dev ji vî karê xwe berdî herî rojnameyê bixebitî”
Vêca ez zêdetir şaş bûm. Min got: “Çi rojname ye, kîjan rojname ye, ez û rojname? Ma ez dê li wir çi karî bikim?"
Got: “Heval em dizanin tu yê çi karî bikî. Tu pêşî biryara xwe bide emê wan gişt hel bikin. Lê bizane ku pereyên me jî tune ne. Eger tu difikirî em, du roj pişt re disa vî alî ve tên, wê çaxê dikanin biaxivin.”
Bi vê biryarê û piştî du rojan em hatin gel hev û me li hev kir.
Min dev ji karê xwe berda û rojeke gelek germ û xweş ya biharê (lê eger neşaş bim tam nayê bîra min) min berê xwe da navnîşana Cagalogluya Stenbolê û ez çûm Başmuhasîp Sokak û min avahî dît.
Ez derketim jor ku her der însan dikele. Tu nebêje nîvro ye û her kes dor bi dor diçe li cihekî gelek teng xwarina xwe dixwe û derdikeve dest diavêje cixareyê.
Çavên min ku li Zekî ket dilê min rehet kir.
Wê rojê em bi berpirsên rojnameyê re rûniştin û me li hev kir (yanê wan ez ecibandim ) û me da pêy qedera îroyîn.
***
Rojên ku li qata terasê ya wan salan tên bîra min ez dibêjim salên min yên zêrîn in. Li wir min dît ku komeke din li odeyeke din dixebitin û bi me re xwarina xwe dixwin.
Ku çûm odeya wan silav da û pirsa karê wan kir gotin em li vir rojnameyek xerî bi kurdî derdixin. Navê wê jî Welat e. Belê min Welat bihîsti bû lê li ku derê derdiket min nedizanî.
Roj û heyv wekî av derbas dibûn. Min xwe di jiyana siyasî de ecemî nedidît lê jiyana wir bi min da zanîn ku tiştên ku tu dizanî êdî bi kêrî tiştêkî jî nayên.
Min ew rastî li wir hîs kir. Ji ber ku ew li wir ketibûn Kureya êtûnê. Ji ber ku her roj peyvên polîs, leşker, girtin, binçav, îşkence, birîndarî û kuştin kêm nedibûn.
Nûner û nûçegihanên me dihatin binçav kirin, rastê lêdanê dihatin, diketin girtîgehê û hwd. Jiyan zehmet bû. Lê kesî jî xem nedikir. Ji ber ku wekî qeder hatibû qebûlkirin.
Belê em çapameniya kurd bûn û kurd jî di bin nigên zebaniyên Rojhilata Navîn de dihatin perçiqandin. Dema cihê çapameniya me jî divêt li ba gel ba. Yanê dîsa di bin wan nigên gemar de bû.
Mecbûr bûn ku gel li ku derê bû, em jî li wir ba.
Wiha jî bû.
Şer li Kurdistanê fireh û dijwartir dibû, gund û bajarên Kurdistanê jî her roj zêdetir rastê terora hêzên dewletê dihat.
Dest pê kirin hevalên me kuştin, Cengîz, Çetîn û pakrewanên din dan pey hev. Êdî ji kesî re jî veger tune bû.
Rojek ji wan rojan, di civîneke hefteyî de hate gotin ku: “Em dicin rojnameya Ozgûr Gundemê. Ji xwe Yenî Ûlkeyê, misyona xwe bi cih aniye û li vir temam bike divê.”
Şabûn û xemgînî wê rojê xwe li hev pêça. Di encamê de em çûn. Û me li wir dest bi xebatê kir. Ku îro ji min bipirsin "bihuşt dişibe çi?"
Ezê bêjim "dişibe avahiya rojnama Ozgur Gundemê."
Her kes wekî xwişk û bira xuya dikirin. Hewayekî tijî hezkirin li wir difûriya. Yan jî min wisa hîs dikir. Çend heyvên giran û germ derbas bûn. Hin roj hebûn ku rojname gelek rûpelên xwe reş derdiket ji ber qedexe û sansûrê.
Hevalên me, li ber çavan dihatin kuştin. Li Kurdistanê girtin û heps ji xebatkarên rojnamê re wekî şans xuya dikir. Zarokên deh salî ku rojnameya me belav dikirin bi satoran dihatin kuştin.
Di hundirê erebeyan (seyare) de dihatin şewitandin. Yanê li cem dewletê hesabê hovîtî nebû. Lewre di konsepta xwe ya nû de, biryara kuştina me ya fermî hatibû pejirandin.
Havînê me gelek hevalên delal teslîmê axa sar kirin. Rojeke payîzê (ku hesabê me de hîna 3- 4 roj payîz mabû) 10'yê meha çila pêşin (berfanbar) yanê vê heyvê, danê sibê saet li der û dora 9.30 yan jî 10.00'an de bi sedan polîs wekî artêşa Xûlagî yê Moxol, xwe berdan nava rojnameyê û bi qerarek qetî gotin: “Tu kesek bila tiştekî jî neke û dîrekt destê xwe ji kar bikêşîne û derkeve korîdorê.”
Îtîraz û mîtîraz pere nekir. Em nêzîkî 150 însan li korîdoran kom kirin. Heya ber bi êvarê em wisa man. Tu deriyek li me venedibû ku ev çi rewş e û kî ferman daye. Tu hewldanekî jî encam neda. Kî dihat rojnameyê digirtin û bernedidan.
Xuya bû ku benda rojnamê hatibû kişandin. Yanê dengê rojnameyê û her wiha dengê gelê kurd ku di hawarê de ye dihate birîn. Yan jî dihate xeniqandin.
Parêzerên rojnameyê û hin demokratên derdorê çi kirin jî negihîştin encamê. Ku karê lêgerîn û tevlihevkirinê qedandin, otobûs anîn û em hemû li ber çavên dinyayê di otobusê de îstîf kirin (wekî êzingan) û berê me dan navenda îşkencexaneya Gayrettepeyê.
Hemû arşîv û dokumentên heyî talan kirin birin.
Di rojameyê de tenê parêzerên me yên rojnamê, Arzû, Ozcan û Xidir mabûn. Di ketina me ya hundirê vê avahiyê de heqaret û êrîş bê hesab bûn.
Mexsed, terrorîze (çavtirsî) kirina me bû. Ji ber vê hate gotin ku em ji vê kêliyê pê ve dest bi grêva birçibûnê dikin.
Heya 12'yê şevê ku em man, ji me 18 yan jî 17 kes hiştin; û yên din berdan. Vê yekê, em hem kêfxweş kirin û hem jî, bi nezanîna sedema mayîna xwe xemgîn bûbûn.
Hevalên me ku derketin û çûn. Me jî bilez biryar dubare kir ku “em dev ji grevê bernadin, bila herkes wisa tevbigere."
Heya dawiya bin çav de mayînê jî me ev çalakî berdewam kir. Û di encamê de şehîd Gurbetellî Ersoz û Alî Riza Halîs li ser xala endametiya rêxistina îlegal hatin girtin û em ên din hatin berdan.
Ku em berdan ji wir ez derketim ku biçim şeva dawî ya semînera me ya rojnamevanî li Beyogluyê. Ji ber ku ji gelek saziyên çapamenîya tirk însanên din hebûn; min dixwest di serpêhatiyên xwe de behsa neheqiya dewletê ji wan re bikim.
Û min kir jî. Lê, min bîr nebir ku em pêşî tevî hevalan herin rojnameyê, paşê jî herim semînerê. Fikra min ev bû ku sibê ezê ji xwe biçim kar. Lê min şaşîtiyeke mezin kiri bû.
Wêneyê dîrokî di van saeten de li bihuşta me hatibû kişandin û ez têde tunebûm.
Niha heqê min heye ku gelek heyfê lê tînim?
Îro, salvegera 15'emîn ya 10'ê berfanbarê ye. Ez bi vê wesîleyê di şexsê şehîdên nemir Gurbetellî Ersoz, Apê Mûsa, Cengîz Altun, Hafiz Akdemîr, Çetîn Abayay, Yahya Orhan, Ferhat Tepe, Safyettîn Tepe, Kemal Kiliç, Huseyîn Denîz, Halîl Adanir, Mehmet Şenol, Dr. Orhan Ersoz, Burhan Karadenîz, Ersin Yildiz, Zekî Albayrak, Nazim Babaoglu, Orhan Karaagar, Haşîm Yaşa, Tegmen Demîr, Adîl Başkan, Adnan Işik û hin hevalên din û hemû şehîdên têkoşîna hemdem a kurd bi rêz û xemgînî bi bîr tînim û bejna xwe li ber armanc û hêvîyên wan ditewînim.
Em hê jî li pêy xeyalên wan in. Veger tune jê.
***
Nivîsên Dizgûn Denîz en ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin: