Diyarname
Ji bo seerokatiya juriya "Nêrînek Cuda" a 71'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê lîstikvanê xwediyê Oscarê Benicio Del Toro hat diyarkirin.
Festîvala Cannesê îsal 8'ê ulanê dest pê dike. Mehên borî ji bo seroakitiya juriya mezin lîstikvana ji Avustralyayê Cate Blanchett hatibû diyarkirin. Niha ji bo beşa "Nêrînek Cuda" jî serok hat diyarkirin: Lîstikvan Benicio Del Toro. Lîstikvan Del Toro di sala 2001'ê de bi rola di fîlmê "Traffic" (Derhêner Steven Soderberg) de Xelata Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî ya Oscarê girtibû. Organîzatorên festîvalê ji bo serokatiya juriyê navê wî diyar kirin û wisa gotin: "Ew ne tenê evîndarê fîlman di heman demê de ew aktorekÎ ye ku dema xwe daye hunerê."
Del Toro ligel lîstikvanî derhênerî, nivîskariya senaryo û sazkarî jî kiriye. Del Toro di salên 80'Yî de di rêzefîlman de rol kir û paşê bi rola di "License To Kill" de navdar bû.