1'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê bi beşdariya mebûsên HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Ertugrul Kurkçu, Sebahat Tuncel, Levent Tuze, Hevseroka BDP'ê û mebûsên din ên BDP'ê li Salona Ahmet Taner Kişlalı li dar ket.
Kongreya ku bi hezana kes lê amade bûn de Tuncer Bakirhan ê Serokê DTP'ê berê ji bo Serokatiya Dîwanê hat hilbijartin û kongre dom kir.
Di kongreyê de her kesê derket ser dikê pêşî bi kurdî silav li gel kir û axaftina xwe dom kir.
Hevserokê HDP'ê Yavuz Onen qala dîwara navbera Serxet û Binxetê kir û got ku ew dê van diwaran hilweşînin.
Di kongreyê de ciwanan "Çerxa Şoreşê" bi kurdî xwend.
Peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Pervin Buldan ve hat xwendin û gel li ser piyan ji bo peyame li çepikan da.
Emê kîteyên li ser kongreyê pêre pêre biweşînin