Selahattin Demîrtaş
"Ez baş ne serwext bûm, min nizanîbû, jiyan dûrûdirêj e..."
Gelo rewşeke ecêb û seyr heye, yeqîn nakim. Ma wê çi hebe, rewşa her car a Rojhilata Navîn e. Li hinek deveran bombeyên zindî an jî ne zindî diteqin û li naverastê bi dehan bedenên mirovan ên parçebûyî. Bazar û sûkeke xizanan a belawelabûyî.
68 kes mirin e, bi nivîsî jî şêstûheşt e.
Di teqîna beriya bi çend rojan de jî 43 kes miribûn. Gelo bi rastî mirin tiştekî pirr asayî bû, lê me ew pirr zêde mezin û awarte kir. Ma ne, jixwe mirov dimirin, pirr jî dimirin. Bombeya nîvro li Helebê teqiya, di heman wextî de li ser xelkê Awusturalyayê ku li Sîdneyê li restorantan ji bo şîvê kom bûbûn, wer xuya ye ku heman bandor nekiribû. Li Torontoyê jî xelkê Kanadî yê ji bo kar ber bi kargehan ve baz dida, hê haya wan ji teqînê tineye. Belkî bîsteke din haya wan ê jê çêbe, lê pirraniya wan wê hewce nebînin vê nûçeya teqîna 'asayî' bixwînin jî. Bajarê herî nêzî Helebê bajarê Hatayê ye. Ewqasî nêzî Helebê ye, eger xelkê wir baş guhê xwe lê bigire, wê dengê teqînê bi guhên xwe bibihîse.
Meze, pêşxwarin û sifreya Hatayê pirr dewlemend e. Tevahiya çanda vê erdnîgariya qedîm a ketiye serhev li Hatayê heye û sifra wê jî para xwe jê girtiye. Hema hûn çi bibêjin heye. Ereb, Ermenî, Suryanî, Turkmen, Kurd, Tirk, Fars û Rûman tevahiya dîrokê çi xwaribin û vexwaribin, Hatayiyan ji wan girtiye, hilanîye û gotiye wê rojekê pêdivî pê hebe. Jixwe, her roj jî pêdivî pê çêbûye. Yên riya wan bi Hatayê ketibe û ji wan tahmên hêja tahm nekiribe, mirov dikare bi hêsanî bibêje ji pirr tiştan mehrûm mane.
68 can.
Xwarina herî baş a Erebên Hatayê, Kebaba Ereban e ku mirov jê re bibêje berhemeke hunerî ye, di cih de ye. Divê hûn vê kebabê li restoranteke li Çarşiya Kevn bixwin. Aşpêj Hemdullah li vir weke kesekî di romanan de li pêş çavê her kesî xuya dike. Piştî nav û dengê wî jî hatiye bihîstin turîstan berê xwe dane cihê aşpêj Hemdullah. Vê rewşê jî aşpêj Hemdullah hinekî bi heyecan kiriye, û bi herhalî ji vê ye, 4-5 guldankên plastîk ên darên bicurkî di wan de danîne çep û rastê restorantê. Ev aqlê ha jî, Sedredînê berber dayê ku dukana wî li hember e. Jê re gotiye, "Keko tu jî êdî konseptê biguherîne, êdî tûrîst li kolana me zêde xuya dikin, eger her esnaf kargeha xwe bi serûber bike, bi Xwedê em ê jî karibin kolana xwe bikin kolaneke tûrîstîk." Gotinên Sedredînê berber bi serê aşpêj Hemdûllah ketine. Bi vî awayî jî darên naylonî danîne ber derî. Xwarin dîsa yên berê ne, lê hûn dikarin xwarina xwe êdî li cihekî bêhtir hêşîn û li ber rêleke bixwin. Ya rastî, plastîkbûna daran zêde beloq e, naylona erzan e ya ku hûn jî nas dikin. Tozê ser darên naylonî giritiye û vê jî armanca aşpêj a guherandina rêlê berevajî kiriye, lê dîsa jî xem nake, ji ber ku xwarin pirr xweş û hêja ye.
68 canên mirî.
Li restorantê tenê garsonek heye. Bi giştî 8 mase hene. Jê re zehmet e ku xwe bigihîne gişan. Garson xwarziyê aşpêj Hemdullah e. Ji zarokatiya xwe ve yanî bi temamî ev 19 sal in ku li vir garsoniyê dike. Navê wî Bereket e. 2 zarokên wî hene. Hevjîna wî par di qezaya trafîkê de mir. Ez dema dibêjim, qezaya trafîkê, hûn nefikirin ku bi erebeya xwe zêde bi lez çûye, erebe qulibiye û filan. Li nava kolanê, otobusa şaredariyê lê qelibiye û hema di cihê cih de can daye feqîrê. Yanî feqîrek çawa dimire, ew jî wisa miriye, qezaya feqîran jî li gorî wan e. Garson bi kar û hostayê xwe re pirr dilsoz e. Bereket bi eşq û şewq karê xwe dike. Ji bo di çavên muşteriyên xwe de kêfxweşî û razîbûnê bibîne, pirr bi mahirî xwarinên xwe îkram dike. Her tişt xweş û baş e, lê goştê birajtî ji tevan xweştir e, hêja ye.
68 bedenên parçebûyî.
Xwarin pirr erzan in, hûn ê bawer nekin. Me 3 kesan xwar û vexwar. Dema hesabdanê em çarçavî bûn, hindik mabû me yê qebûl nekira û bigota pirr erzan e, ev buha kêm e. Herî zêde jî aramî û hêminiya aşpêj Hemdullah ez matmayî kirim. Hundirê restorantê çiqasî qelebalix dibe bila bibe, ew qet ji teqla xwe ya berê nayê xwarê, rûçikê xwe naguhere, weke her car hêdî xwarinan ji pişt destgehê dirêjî Bereket dike. Di nava hefteyekê de ez sê caran çûm restoranta aşpêj Hemdullah û her carê min heman tablo dît û hîç neguherî.
Hosteyê aşpêjiyê Hemdullah bi eslê xwe ji Helebê ye. Kalê wî li Hatayê bi cih bûye, ji 60 salî zêdetir e ku li Hatayê ne. Li Hatayê di warê restorantiyê de weke esnaf têne naskirin û ev kar ji bav û kalên wan ji wan re maye. Li sûka dîrokî ya Helebê dukanên caw ên apên wan hene. Berî şer pirr diçûn serdana hev, lê piştî ku şer destpê kiriye, xizmên wan ên li Helebê jî weke gelek kesan ji Hatayê reviyane. Li baxçeyê xaniyê duqatî yê aşpêj Hemdullah kon vedane û bi giştî 48 kes di malekê de dimînin. Aşpêj Hemdûllah jî bi minnet û rica ji kirêdarê xwe yê li qatê jêr xwestiye derkeve û kengî kirêdar derketiye hinekî bêhna wan hatiye ber wan.
Aşpêj Hemdullah qet nezewicî ye. Di dema zarokatiyê de bi bavê xwe re diçe Helebê serdana hin nas û dostan dikin û li wir qîza xaltîka xwe ya 16 salî Rûkiyayê nas dike û mîna dînan jê hez dike û kengî Rûkiye didin mêr, ew jî bi temamî ji vê heyatê dixeyide û piştre ji ti kesî hez nake. Rûkiye tevî 2 zarokên xwe û mêrê xwe di xaniyê li qatê jêra aşpêj Hemdûllah dimîne. Ji bo Hemdullah rastî wê neyê her sibe bi lez û bez ji malê derdikeve. Rûkiye jî ji bîr nekiriye, lê êdî tiştekî karibe bike nemaye. Hê jî pirr bedew e, mirov qêmîş nake lê binêre û mirov ji nêrtina wê têr nabe. Erê em qala dîtinê dikin, ew jî ne tam dîtine, çend rojan carekê bi awayekî xweber rastî hev tên û tenê çend saniyan li hev dinêrin û hew. Aşpêj Hemdullah dema wê dibîne dilê wî dike tepînî, mîna ku çawa ew bibêje "de" ew ê bi hev re birevin, heçko ev yek jî bi hev re amade kirine û ji her kesî vedişêrin jî dilnerehet e hosteyê min û te.
Yaw 68 mirî !!!
Ji ber vê rewşê, piştî ku her kes li malê radikeve, ew bi aweyekî bêdeng tê malê û xwe dixe nava nivînan. Tenê têkiliya wî ya bi malê re ev maye. Pirr diqilqile, û dilê wî dike teptep ku rojekê hinek fêhm bikin ku ew di nava xwe de bi vî awayî dikele. Piştî ewqas salan agirê evîna Rûkiyê di nava dilê wî de gurr bûye û ditirse ku hinek pêtên vî agirî di nava dilê wî de bibînin. Ji ber vê tirsê axaftina xwe ya pirr kêm bi Bereket re jî hema bibêjin birriye.
Bila haya kesî jê nebe, lê bila odeya li qatê jêr, lihevnêrtinên çend saniyeyan jî her şev mezin bibin, dinya wî ya bê ziman zevt bike û wisa wî bixe xewê. Di vê kewara mêşên hingiv a 48 kesî de bêhna nefesa wê dike, ev derd e, yan bextewarî ye? Ha bersiva vê pirsê tinebû. Çawa ku tê gotin, ma ji ezman çi hatiye xwarê û erdê qebûl nekiriye... Piştî ewqas salan dîsa jî di bin heman banî de ne. Dema rewş ev be, tu çi dikî bike, tu nikarî wê çûka xwe li ser vî banî daniye, bêdeng bikî. Tu dikarî bi roj vê çûka zimandirêj biqewitînî, lê dema tu dikevî nava nivînan û pelikên çavên xwe didî ser hev, de were wê bêdeng bike. Tu nikarî xilmaşî xewê bibî û xwe rizgar bikî. Ev çûk di xewnan de bêhtir bi culhet e, bêhtir bê ar e. Ya xirabtir jî ew e, tu mecbûr î destê sibê şiyar bibî û bikevî nava rojê. Îroj hinekî din tu xwe gîro bikî, belkî vê sibê çend saniyeyên din....lê nebî nebî !....
Bazar û sûka Helebê, mîna sahneya filmekî cemidiye, li ser dezgehan tenê xem û hizn tê firotin. Ji dema şer destpê kirî û vir ve, kêfa li bazaran nemaye, reng û bêhn lê nemaye. Deverên ku ji bo debar û xwetêrkirinê hinek xwarin mecbûrî lê tê kirîn û firotin, mîna odeyên nexweşxaneyan ên sar in. Bedenên 68 mirovên parçebûyî. Rûkiye jî di nava wan de ye. Beriya du rojan, zarokên xwe li Hatayê hiştin û tevî hevjînê xwe ji bo hinek alavên din ên li mala xwe ya li Helebê bînin, çûn. Ji bo hinek asûkan daketibûn bazarê û pêdiviya wan bi hinek tiştan hebû ku şîvê çêkin. Kunefeya Hatayê jî bi nav û deng e.
Kujerê bazarê qîriyaye û gotiye "Allahû Ekber" û xwe teqandiye. Dema bedena Rûkiyê li Helebê parçe parçe bûye, aşpêj Hemdullah jî li ser textê li dawiya dukanê nimêja xwe dikir. Dema xwe xwar kir çû rukûyê ser dilê wî jan da û di nava xwe de got, bi her halî ez êdî kal dibim.
Xislet û cudahiya kunefeyê ji penêrê wê ye. Ya din jî Hatayî bi awayekî din wê dipêjin. Aşpêj Hemdullah bi xwe kunefeyê çênake, ji cem hosta Cemîl tîne ku dukana wî jî li kêlekê ye. Aşpêj Hemdullah bi xwe pirr baş zane kunefeyê çêke, lê gotiye ez nebim sebebê qismetê cîranê xwe û ji dema cîranê wî dukan vekiriye wî jî dev ji çêkirina kunefeyê berdaye. Lê eger hûn bibêjin, bivênevê ez ê kunefeya herî baş a Hatayê bixwim, hingê divê....hûn herin li çarşiya bi nav û deng li kunefekarê Hatayê bi dilê xwe kunefeyekê bixwin.
Hevjînê wê di nava meytan de li cenaze geriyaye û li ser çend perçeyan cawê wê yê pê ve zeliqî dîtiye û ji Rûkiyeyê çi maye daye hev aniye. Dilê aşpêj Hemdullah ranekiriye, ne çûye rakirina cenazeyê wê û ne jî çûye ser qebra wê. Piştî definkirinê bi rojekê deriyê dukanê ji aliyê hundir ve girtiye, di dolaba eczayê de çiqas heb û şurûb dîtine tev vexwarine. Bi sedema şîn û taziyê dukan sê rojan girtî ma. Niha Bereket dukanê dixebitîne. Hevjînê Rûkiyê, Cuma ji aşpêj Bereket re garsonî û berdestiyê dike. Herdu zarokên Rûkiyê jî paqijî û suxreyên dukanê dikin. Eger riya we bi wan aliyan ket, biçin serdana aşpêj Bereket û eger hûn karibin bixwin jî bixwin, Kebaba ereban hê jî pirr lezîz û tahmxweş e.
Bi her halî, aşpêjiyeke pirr qedîm a Helebê heye.
*Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş ev çîrok di Zindana Kandira ya Edîrneyê de nivîsandiye.
Wergera ji bo kurdî: Rêşad Sorgul