Diyarname
Diyarbakirspor ku di Lîga 1'emîn a Tirkiyeyê de dilîst bi maça ku îro lîst re ket Lîga Super.
Maça Diyarbakirsporê îro li Manîsayê bi yekemînê Lîga 1'emîn Manîsasporê re hebû. Maç bi 1-1 bi dawî bû û bi van pûanan Manîsa bû xwediyê 61 pûanan û bi yekemînî derket Lîga Super a Tirkiyeyê. Diyarbakirspor jî bû 59 pûan û bi duyemînî derket Lîga Super. Ji bo tîma sêyemîn a ku derkete Lîga Super sê tîmên sêyemîn, çaremîn û pêncemîn dê bi hev re bilîzin û yek ji wan derkeve Lîga Super.
Ji bo vê yekê niha li Amedê gel dest bi pîrozbahiyan kiriye û pîrozbahî didomin.
Kunyeya Maçê:
STAT: 19 Mayis
Hakêm: Bunyamin Gezer, Mustafa Sonmez, Asim Yusuf Oz
MANİSASPOR: Ufuk, Huseyin, Yigit İncedemir, Tufan, Ferhat, Erman, Omer (dk. 86 Borbiconi), Nizamettin (dk. 78 Cenk), Guven, Sezer, Rafael
DİYARBAKIRSPOR: Fevzi, Zafer (dk. 90 Hanefi), Engin (dk. 78 Birol), Ersin, Ulaş, Mithat, Erhan, Coşkun, Volkan, Emrah (dk. 74 Evren), Omer (dk. 88 Hakikat)
GOL: Dk. 54 Guven (Manisa) / dk. 68 Emrah (Diyarbakirspor)