ENQERE
Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê, di 1'ê Rezberê Roja Aştiyê ya Cîhanê de diçe Roboskî.
Heyeta Meclisa Aştiyê wê êvara 31'ê gelawêjê bi malbatên Roboskiyî re rûnê û roja 1'ê Rezberê jî biçe serdana gorên 34 kurdên di encama bombebarana balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dane.
Di nava heyetê de Hîndekarên Zanîngeha Sabanci Betul Çelîk, Dr. Meral Sakliyan, rojnameger Fatîh Polat, Tûba Tekerlek, Ozgur Mûmcû, Mujgan Halî, Berdevkê Demê yê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyê Hakan Tahmaz, endamên Sekreteryayê Abdulhekîm Daş, Sema Solakli, Mehmet Şîrîn Tûnç û aktîvîsta aştiyê Fîgen Ovat heye.
Meclisa Aştiyê par jî 1'ê Rezberê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi heyeteke ku ji 30 kesan pêk dihat li Roboskî pêşwazî kiribû.


