Bi amadebûna xatûn Hêro Îbrahîm Ehmed û rêvebirê kulturî û rewşenbîrî ya Komara Îslamî ya Îranê axayî Mustafeyî, îro li hola Emnî Soreke ya li bajarê Silêmaniyê, Pêşengeha Rewşenbîrî û Hunerî ya Komara Îslamî ya Îranê-Hefteya Rewşenbîrî ya Îranê hate vekirin.
Rêvebirê Navenda Çap û Ragihandina Xakê Ako Xerîb ji PUKmedia’yê re diyar kir ku vekirina ew pêşengahê bi arasteya zêdetir pêşveçûna pêwendiyên kulturî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê hewleke girîng e.
Di Pêşengeha Rewşenbîrî û Hunerî Komara Îslamî ya Îranê de 250 dezgehên çap û belavkirinê yên kurdî û îranî beşdar bûn.
Ji PUKmedia hatiye girtin