Diyarname
Hunermendê navdar Musa Eroglu jî piştgirî da Heskîfê û got: "Bila dîroka şaristaniyê têk neçe. Bila Heskîf têk neçe."
Heta niha gelek hunermendên li Tirkiyeyê piştgirî da kampanyaya rizgarkirina Heskîfê ya ji noqavbûna bendavê. Niha Musa Eroglu jî bi îmzeya xwe beşdarî vê kampanyayê bû.
Eroglu wisa got: "Ji deriyê berhênan ê Anatoliyê gelek qewm hatin û çûn. Her qewmî hilberand; têr kir; bi keda xwe, çanda xwe mafê axê da kê. Axê jî mafê wê jê veneşart. Ev ax ji aliyê gelên Anatoliyê ve bi hezaran salan bi hev re, kêlî bi kêlî hat xebitandin. Desthilatdaran kir ku vê bi hev re bûnê xira bike û gel bixirufîne. Lê ev yek tu demê bi ser neket. Anatoliyê çanda xwe parast. Ev gel dê îro jî destûrê nede ku dîroka 10 hezar salan a mirovahiyê têk biçe. Wê xwedî li Heskîfê, xwedî li vê mîrateya hevpar a mirovahiyê derkeve."
***
Nûçeyên navdarên ku heta niha îmze avêtine bin kampanyayê:
- Erkan Ogur: Hûn nikarin Heskîfê têk bibin!
- Şivan Perwer, Tarkan û Kîbariye jî piştgirî da Heskîfê
- Kenter: 15 hezar sal in ez li ser dika Heskîfê me
* Sezen Aksu: Ez li Heskîfê hatim dinê
Ji bo kesên bixwazin metnê îmze bikin:
http://hasankeyf.dogadernegi.org/
(Ji bo yên ku bi tirkî nizanin lê dixwazin îmze bikin: İsimi/Nav, E-posta/ E-mail, Meslek/Pîşe, Şehir/Bajar, İmzala/îmze bike)