Cemil Oguz
Dibe ku hûn neçin, yan nikaribin herin Culemêrgê lê vê carê Culemêrg hat cem we. Ji bo kesên dixwazin hinekî Culemêrgê binasin firsendeke ev.
Gotina “Li wir gundek heye, em neçin jî ew gund ê me ye” heye ev pêncî sal in. Lê ger em neçin wî gundî emê çawa bizanibin ew gundê di wêneyê Enver Ozkahraman de , di wê wêneyê xweşik de êdî li holê tune ye. Gund xira bûye, gundiyan koç kiriye... Em neçin wê derê, emê çawa binazin li wê zozanê çar demsal bi hev re têne jiyîn. Emê çawa hay ji berfa wê derê hebin. Em neçin emê çawa terîfa zozanên Berçelanê, Newala Zê bikin bikin; hay ji Şemzînan, Geverê hebin? Vê carê em wisa bipirsin: Hûn dixwazin Şelaleya Kehê bibînin? Yan jî xaniyên kevirîn ên Çelê? Hûn dixwazin bibînin ku li Culemêrgê çi tê jiyîn, dîmenên çawa hene? Ger bersiva we erê be divê hûn du tiştan bikin: Yek jê hûn dikarin siwarê erebeyekê bin û herin Culemêrgê, ya din jî li Stenbolê hûnê herin Cemal Reşit Rey (CRR).
40 sal berê gundek çawa hebû?
Li Salona CRR ya li Harbiyeya Stenbolê bi navê “Culemêrg wê nefesa xwe li Stenbolê bide” pêşangeheke hate vekirin.
Li Culemêrgê bi navê Yuksekova Haber rojnameyeke derdikeve. Ev rojnameya ku hefteyê du rojan derdikeve, di heman demê de li ser înternetê, li navnîşana www.yuksekovahaber.com’ê de jî weşana xwe dike. Rojnameyê, wêneyên delal ên li ser Culemêrgê ji arşîva xwe derxistin û wan di pêşangeha li Stenbolê de pêşkêşî temaşevanan dike.
Ew dixwazin aliyê din ê Culemêrgêya ku her bi bûyeran di çapemeniyê di cih digire nîşan bibin. Ew ‘hinek nostaljî, hinek rojevê pêşkêş dikin.’
Di sala 1975’an de li Culemêrgê berbûyan bûk çawa dibir, 40 sal berê gundek çawa hebû? Zivistan li wê derê çawa derbas dibe? Aşît dema dikevin çawa dikin? Berxbirî çawa dibe? Zozanên wê derê çawa ne? Û dîmenên dê, bav û zarokan... Ev û gelek nîşeyên bi vî rengî di wêneyên pêşangehê de derketine pêşberî temaşevanan.
Pêşangeh êvara 1’ê pûşperê bi axaftina nivîskarê Yuksekova Haber û Serokê Odeya Esnaf û Senatkaran ya Geverê İrfan Sari û Xwediyê Yuksekova Haberê Necip Çapraz dest pê kir û dûre bi birîna qûrdeleyê pêşangeh hate vekirin.
Arşîva 10 salan
Di pêşangehê de digel wêneyên xebatkarên Yuksekova Haber Erkan Çapraç, Necip Çapraz, Mahir Yildiz, Emin Sarı, Omer Oguz, Murat Adiyaman, Yakup Bay, Zeki Dara, Turgut Sari, wêneyên Enver Ozkahraman jî hene. Di pêşangehê de wêneyên ku ji arşîva Yuksekova Haber hatine derxist ku di deh salên dawî de hatine kişandin hatin pêşkêş kirin. Digel van wêneyên Ozkahraman ên 30-40-50 sal berê jî lê hatine zêdekirin û duh û îroya Culemêrgê raxistine ber çavan. Ji bo pêşangehê ji nav bi hezaran fotoyan pêşî 300 heb hilbijartine û şandine ji bo pêşangehê. Lê hejmar zêde bûye. Dûre xwestine 150 hebek di pêşangehê de cih bigire lê ji encax karîne 20 hebeke din jî bineqînin û di dawiyê de 130 heb wêneyên cir bi cur ên Culemêrgê pêşkêş kirine.
Ew bi vê pêşangehê dixwazin li Stenbolê balê bikişînin ser Culemêrgê û dibêjin, “Pêşangeha me ji aliyê dram, kêf, pevçûn, çand, cotkarî, govendê ve dixwaze xwe bigihîne dilê we.”
Yên li van wêneyan binêre wê pêşdaraziya wan bişkê
Gerînendeyê Giştî yê Yuksekova Haberê Erkan Çapraz ji bo me li ser pêşangehê axivî, qala nêzîktêdayîna gel a li hemberî Culemêrgê kir û got: “Li hemberî Culemêrgê gelek pêşdarazî hene. Yên ku naxwazin Culemêrgê, xwezaşa wê bibînin hene. Yên ku meraq dikin û nikarin bên hene, yên ku ditirsin hene. Me got ew neyên, emê Culemêrgê bibin wir. Bi wêneyan be jî me got Em Culemêrgê nîşanî wan bidin.”
Çeprez dibêje yên ku li van wêneyan binêre wê pêşdaraziya wan bişkê û wisa didomîne: “Yên ku li van wêneyan binêre miheqeq di jiyana xwe de wê carekê bixwazin werin Culemêrgê û vê derê bibînin. Ji ber ku afîşa ku niha hatiye çêkirin gelek xweş e, gelek bi heyecan e. Em dixwazim û hêvî dikim ku bi vê wê nêrîna li Culemêrgê, nêrîna li kurdan, li gelê kurd, erdnîgariya kurd wê biguhere.”
Erkan Çapraz balê dikişîne ser wêneyê zaroka ku di nav berfê de pêlava wê di destê wê de, balê dikişîne ser zarokên culemêrgî û zehmetiyên wan û van gotinan tîne ziman: “Di qêşangehê de êşa tesîr kurdan kiriye heye, îşkenceya jiyanê ku xwe di rûyê wan de nîşan dide heye. Di wêneyan de mirov van jî dikare bibîne.”
Wêneyeke belgeyek e
Wênekêşê navdar Enver Ozkahraman jî dibêje, berê jî min ji te re gotibû, wêneyên dayik û bavên xwe bikişînin û ji bo îro bihêlin û wisa didomîne: “Encam çi derdikeve holê? Wêneyek belgeyekê ye, pirtûkekê ye, tiştek nayê ji bîr kirin e. Tişteke ku careke din kes nikare bikişîne. Ciwan kî dibe bila bibe, tu dixwazî bila ji Amedê be, bila ji Bedlîs û Culemêrgê be, tişteke wan a wisa min kêfxweş dike. Ev salên dirêj bû min dev jê berdabû, ez westiyam. Ciwanan dema wisa ji min xwest, ji bo piştgiriyê min jî wêneyên xwe dan. Bawer bin wêneyên min ne girîng in. Li vir tiştê girîng hebûna wêneyên ciwanan, mînak hebûna wêneyê birayê min ê ciwan Erkan min kêfxweş dike. Bifikirin ciwanekî wêneyek bikişîne wê encam çi derkeve? Pênc sal paşê wê arşîvek li ser wê herêmê çêbe. Ji ber vê yekê ez bi we ciwanan gelek dilşad im.”
Wêne wekî şerabê ye, her kevin dibe xweş dibe
Wêneyên Ozkahraman hemû dîrok in. Wêneyê kalekî, wêneyê jineke ku hebû bûne klasîk, wêneyê gundek xweş lê ew gundê ku êdî nîn e. Li ser dîrokîbûna wêneyan jî Ozkahraman ji me re wisa dibêje, “Dinya ji tekerrurê ye. Îro tiştên Erkan bikişîne, Cemil Oguz bikişîne sibê ew jî dibe xwedî heman mîsyonî. Wêne wekî şerabê ye, her ku kevn dibe ew qas tehma wê xweş dibe. Mîsal kuçeyeke berê ya Amedê û ya niha yek e? Qetiyen ne yek e. Wêneyên we jî bi demê re wisa bi qîmet dibin.”
Ji bo kesên bixwazin pêşangeha li ser Culemêrgê heta 7’ê mehê li dar e.
Ji bo wêneyên ji pêşangehê li foto-galeriyê bitikînin: Culemêrg hat Stenbolê!
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


