Diyarname
Li Sûrê pevçûn didome. Di rewşek wisa de hin foto li qada civakî hatin belavkirin ku çend kurd tazî li ber dîwar danîne rûniştin û li ber wan leşkerên dewleta Tirkiyeyê li ser piyan in.
Piştî ku li çapemeniya civakî foto hatin belavkirin û reaksiyon hatin nîşandayîn Walîtiya Amedê daxuyanî da û got: "Ji bo tevdîrê wisa hatiye kirin."
Walîtî wisa got: "Yên teslîm bûne ji bo tevdîra li hemberî yên bi bombeyê xwe diteqînin, kêmîna bombeyî, çalakiyên întîxarî û hwd. hêzên me yên ewlehiyê ev yek kirine, li dinyayê hemû wisa tê kirin. Lê hatiye dîtin ku fotografên aîdê hin kesên teslîm bûne bi dizî hatine kişandin û hatine parvekirin. Walîtiya me dê li ser vê komîsyonek ava bike û lêkolînê bike."
Bêyî şiroveyê em bûyerê radigihînin we. Şirove aîdê xwendevanan e.
Foto ji twîttirê hatine girtin