Diyarname
TGC'ê (Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê) di sala 2013'yan de Xelata Wêjeyê ya Sedat Sîmavî dabû nivîskar Hasan Ali Toptaş. TGC'ê ragihand ku ew xelat betal kirine.
Li ser Hasan Ali Toptaş hin jinan li ser tora civakî ragihandibû ku wî jin tacîz kirine. Li ser vê yekê TGC'ê li ser malpera xwe nivîsand û got ku wan navê Hasan Ali Toptaş ji nav lîsteya kesên di sala 2013'yan de xelat girtibû derxistiye û wisa got, "Me biryar da em xelata Toptaş betal bikin. Em carek din radigihînin ku TGC dijî her cure şîdet û tecawizê (destavêtin) ye."
**
Nûçeya Eleqedar:
- 'Me Too'ya Tirkiyeyê: Nivîskarekî întîxar kir, weşanxaneyan peyman betal kirin