logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Li ser Kobanî nûçeyên rojekê

Roja 13'yê mehê gelek nûçeyên li ser Kobanî... Vane tiştên me neqandin...

  • Dîrok: 13/02/2015
  • Beş: Nûçe

Roja 13'yê mehê gelek nûçeyên li ser Kobanî... Vane tiştên me neqandin...

Şandeyên Bakûr, Başûr û Efrînê derbasî Kobanê bûn

Ji bakur û başûrê Kurdistanê û Kantona Efrînê 3 şande derbasî Kantona Kobanî bûn.

Şande îro danê nîvro di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanî bûn û ji aliyê Serokê Meclisa Rêveber a Kobanî Enwer Mislim û serokên desteyên meclisê ve hatin pêşwazîkirin.

Şandeya bakurê Kurdistanê ji parlamentera berê ya Ewropayê Feleknaz Uca, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, şandeya Başûr ji Parlamenterê Tevgera Goran Berwar Elî, Parlamentera Yekgirtu Îslamî Necibe Letîf, Parlamentera Yekîtiya Îslamî Buhar Ebdurehman, Parlamenterê YNK’ê Salar Mehmud, parlamenterên PDK’ê Elî Halo û Mehemed Elî, Parlamenterê Suryan Kemal Yildiz û rojnameger Amed Îsmaîl, şandeya Efrînê jî ji Seroka Meclisa Rêveber Hêvî Mistefa, Cîgira Seroka Desteya Jinan Fehîma Silêman, Serokê Desteya Tenduristiyê Xelîl Şêx Hesen, Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Ebdulhenan Şêxo, Endama Konseya Perwerdehiyê ya Kantonê Medîne Bozan, Endamê Partiya Demokratîk a Kurd li Suriyê Mehmud Baqî, endamên Odeya Endezyaran Yamin Nehsan, Newroz Îsa, Zozan Elî, Ednan Mehemed û Hêvan Wezîro pêk tê.

Şande piştî pêşwazîkirinê li nava kolanên bajar geriyan û hatin Meydana Azadiyê. Li vir Parlamenterê YNK’ê Salah Mehmud axivî û berxwedana Kobanî pîroz kir. Mehmud got ku pêwîst e hevgirtina li hemberî êrîşên çeteyan, li hemû qadan pêk were. Mehmud da zanîn ku pêşmerge jî li ser vê yekê tevlî berxwedana Kobanî bûne. Parlamenterê HDP’ê Îbrahîm Ayhan jî diyar kir ku ji bo alîkariya Kobanî amadene û tiştê ku dikeve ser milê wan dê bi cih bînin.

Seroka Meclisa Rêveber a Efrînê Hêvî Mistefa jî anî ziman ku ew wekî Kantona Efrînê ji bo her cure alîkariya Kobanî amade ne.

Serokê Meclisa Rêveber a Kobanê Enwer Mislim jî, ji ber alîkariya hemû perçeyên Kurdistanê, spasiyên xwe pêşkêş kirin û got ku ev serkeftin bi saya piştgiriya hemû perçeyên Kurdistanê pêk hatiye.

Piştî axaftinan şandeya Başûr plaketek da Serokê Meclisa Rêveber a Kobanî Enwer Mislim.

1470 malbatên Kobanê vegeriyan

Ji roja rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê û heta niha bi giştî 1470 malbat vegeriyan warên xwe. Malbatên vedigerin ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve têne bicîhkirin.  

Piştî rizgarkirina Kantona Kobanî ji komên çeteyên DAIŞ`ê, welatiyên ku çûbûn bakûrê Kurdistanê dest bi vegerê kirin. Rojane bi dehan welatî ji Deriyê Sînor ê Murşidpinarê re derpasî Kobanî dibin. Her wiha gelek jî bi riyên din derbasî warê xwe dibin.

Ji ber ku di êrîşên çeteyan de gelek avahî xirab bûne, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû derfetên xwe hewl dide alîkariya welatiyan bike û wan bicîh bike. Bi vê armancê jî komîteyek alîkariyê hatiye avakirin û ev komîte li Mala Gel xebatên xwe dimeşîne.

Komîteya Alîkariyê her 15 rojan hejmara şêniyên bajêr ji bo bealvkirina alîkariyan di hejmêr e.

Li gorî agahiyên ku ji Komîteya Alîkariyan hatine wergirtin, heta niha bi giştî 1470 malbat vegeriyane Kobanî, ji van 940 malbat ên li aliyê rojhilat, 303 malbat ên aliyê başûr û 227 malbat jî yên aliyê rojavayê Kobanî ne.

Ciwanên Kobanê ji nû ve dest bi xebatan kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Kobanê, piştî rizgarkirina bajar a ji çeteyên DAIŞ’ê, xebatên ji bo birêxistinkirina ciwanan ji nû ve dan destpêkirin. Ji ber ku navenda ciwanan di êrîşên çeteyan de hatibû xirakirin, ji bo navendê avahiyeke nû hate sererastkirin û paqijkirin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Sefqan Efrîn derbarê mijarê de agahî dan ANHA‘yê û got: “Ciwanên Şoreşger ên Kobanî li gel şervanên YPG/YPJ’ê berxwedaneke mezin li hemberî çeteyan dan meşandin. Di nava ciwanan de gelek têkoşerên mîna Jiyan, Rênas, Demhat û Fîras gihîştin şehatedê. Heta niha jî ciwanên me li eniyên şer li dijî çeteyan liber xwe dibin.”

Çeteyên direvin gundan dişewitînin

Çeteyên DAIŞ’ê  ku li hemberî operasyonên şervanên YPG/YPJ’ê têk diçin û ji gundan direvin, dema direvin gundan talan dikin û dişewitînin.

Yek ji gundên ku çeteyan berî reva xwe şewitandine jî gundê Pêndira Biçûk ku 30 kîlometre dikeve rojavayê Kobanî. Gund roja 10’ê reşemilê ji alî şervanên YPG/YPJ’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.

Piştî rizgarkirinê gundî vegeriyan malên xwe, lê dîtin ku çeteyan mal û dikanên wan talan kirine û şewitandine.

Êdî wê gundên xwe biparêzin

Gundiyên ku piştî rizgarkirina gundên Kobanî vegeriyan malên we, di parastina gundên xwe de cîh girtin.

Li gundiyên gundê Çoxirê ku dikeve rojavayê Kobanî piştî ku ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, welatî vegeriyan malên xwe û li rex şervanên YPG’ê tevlî parastinê bûn.

Welatiyê bi navê Ebd Qadir diyar kir ku ew ji ber rizgarkirina gund gelekî kêfxweş e û tevî parastinê bûye. Qadir got ku parastina Kobanî û gundên wê, ne tenê erka YPG/YPJ’ê  ye, erka hemû welatiyan e. Qadir bang li ciwanan kir welatê xwe biparêzin.

Nebo Alî ku ew jî cihê xwe di parastina gund de digire, diyar kir ku divê her kes li her derê parastina Kobanî bike.

 

5 gundên din hatin rizgarkirin

Li aliyê din hemwela rizgarkirina gundan ji çeteyên DAIŞ'ê didome. YPG'ê duh li başûrrojava, başûr û rojhilatê Kobanî li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di encama çalakiyan de 5 gundên din ji çeteyan paqij kirin.

 

 

ANHA - Diyarname

 


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Fîlmmorê biryara girtinê ragihand

ad

Pişke hatin kişandin: Va ne komên Lîgên Şampiyonan

ad

Le Figaro: Li Tirkiyeyê her kes ji girtinê ditirse

ad

Bi van fotoyan tîraja Playboyê firiya ezmanan!

ad

Roja Zimanê Zikmakî pîroz be

ad

Ji dengê Şoreş Mehmûdî "De Here" ya Şakiro

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname