Diyarname
Li Diyadîna Agiriyê du zarokên bi navê Orhan Aslan (16) û Emrah Aydemir (15) ji aliyê tîmên taybet ên tirk ve hatin kuştin.
Li gor nûçeya DÎHA'yê duh êvarê saet li dor 21'ê dengê çekan hatiye û 15 deqe wisa dom kiriye. Nûçegîhanê DÎHA'yê Abdullah Kaya ragihand ku Aslan û Aydemîr ji bo ji embara firinê êzingan bînin çûne embarê lê ji aliyê tîmên taybet ve hatine gulebarankirin. Hat gotin ku malbatek şahidê bûyerê hatiye binçavkirin.
Kaya got ku kesek din jî hatiye kuştin, dibêjin ew HPG'yî ye lê wan hê nekariye meseleyê zelal bikin.
Ji aliyê din Walîtiya Agiriyê ragihand ku endamên PKK'ê êrîşê Serleşkeriya Cendirmeyan a Navçeya Diyadînê, endamên hêzên ewlehî bersiv dane û 3 terorîst hatine kuştin.
Her wiha ji şahidên bûyerê Filiz Kahraman dîsa ji bo DÎHA'yê ragihandiye ku gelek kesên ji malbata wê li ser wê embara êzîndan rûdinin, ji wan hin hatine binçavkirin û got ku polîsan cilên gerîla li her du zarokên kuştine kirine û kirine ku heman kincan li xizmên wan jî bikin.
Ji şahidên bûyerê Nihal Kahraman jî wisa got: "Her du zarokan ji embara firnê êzîng digirtin. Wê çaxê her du jî girtin. Piştê wê bi ser mala me de jî girtin. Çek danîn ber serê min û gotin 'tu nesekinî emê li te xin'. Hemû mêrên li mal girtin bin çavan. Ew zarok her di firinê de dixebitiyan. Her ku ez diçûm min nan digirt min bi wan re xeber dida. Her wiha duh êvarê min bi Orhan re xeber dabû. Her du jî ji bo debara xwe dixebitiyan."