logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Vê carê BDP û KCD li Enstîtuya Brookingê bûn

Enstîtuya Brookingê ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) cihê fikir û nîqaşê ye, cihê stratejî û fikrên bandorker

  • Dîrok: 26/04/2012
  • Beş: Nûçe

Washington
Enstîtuya Brookingê ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) cihê fikir û nîqaşê ye, cihê stratejî û fikrên bandorker e vê carê mêvanên wan kurd bûn. Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak, û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk li Enstîtuya Brookingê bersiva pirsan da.

Heyeta BDP-KCD’ê ya ji Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur pêk tê ev çend roj in li DYA'yê hevdîtinên xwe didomîne.

Heyetê, di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi Cîgirê Wezîra Derve ya DYA’yê û Berpirsê Yekîtiya Ewropa û Ewrasyayê Philip Gordon re hevdîtin pêk anî. Heyet paşê beşdarî resepsiyona ku ji aliyê nivîsgeha BDP’ê ya Washingon û Civaka Kurdan ve hatibû organîzekirin bûn.

 ‘ERDOGAN TIŞTEK KU HEYECANÊ BIDE PKK’Ê NEGOT’

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di resespiyonê de bersiv da pirsên rojnamevanên Tirk û der barê daxuyaniya Erdogan a “PKK çekan deyne, operasyon dê rawestin” de got; “Em jî dixwazin ku tundî û pevçûn bi temamî bi dawî bibin. Ger PKK bersiveke erênî bide em li hember dernakevin, em ê keyfxweş bibin, lê Serokwezîr tiştek ku heyecanê dibe PKK’ê negotiye. Ger dibêje 'Tu çakalaniyan kenî, ez ê operasyonan rawestînin’ wê çaxê ev tê wateya bangewaziya agirbestê, divê vê yekê bi aşkereyî bibêje.”

 ‘TIRKIYE HEWL DIDE KU BIDESTXISTINA STUYA KURDAN LI SÛRIYEYÊ ASTENG BIKE’

Demîrtaş polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Sûriyeyê jî nirxand û diyar kir ku Tirkiye bi vê polîtîkayê dixwaze bidestxistina statuya xweseriyê Kurdan a piştî rejîma Esad asteng bike. Demîrtaş destnîşan kir ku hikûmeta Tirk bi aşkereyî naxwaze Kurd piştî rejîma Esad statuya xweseriyê li Sûriye bi dest bixin û destnîşan kir ku Tirkiyeyê ji Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê xwestiye ku tu sozên statuya siyasî nedin Kurdan.

Demîrtaş bersiv da pirsa der barê rewşa Iraqê û daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo referandûma li Başûrê Kurdistanê de û got; “Ger gelên Iraqê bixwazin xwe bi statûyeke nû ya siyasî bi rê ve bibin, ger ev yek bi rêbazên aşitiyane pêk bê, ev yek mafek ê gelên herêmê ye. Ger ev yek rê li ber şer û pevçûnên herêm vebike, divê di vê mijarê de baldar bin. Jixwe gava mirov pêşketinên li Sûriye, Îran û Iraqê bi hev re binirxîne, mirov rîskek wiha dibîne.”

LI ENSTÎTUYA BROOKINGSÊ KONFERANS

Paşê Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş beşdarî konferansa ji aliyê Enstîtuya Brookings ve hat lidarxistin bûn.
Demîrtaş, di konferansê de axivî û got; “Li Tirkiyeyê di navbera Tirkan û Kurdan de pirsgirêk tune ye. Pirsgirêk di navbera gelê Kurd ê bi înkara nasname û asîmlasyonê re rû bi rû ye û polîtîkayên dewletê de heye.” Demrîtaş got ku divê pirsgirêka kurd bi rêbazên aşitiyane, demokratîk, diyalog û muzakereyan di nava sînorên neteweyî de çareser bibe.

 ‘DIVÊ DEST JI POLÎTÎKAYÊN DIJMINANE YÊN LI HEMBERÎ GELÊ KURD BÊ BERDAN’

Demîrtaş destnîşan kir ku tu neyariya gelê Kurd bi gelên herêmê re tune ye û diyar kir ku divê dewletên herêmê yên ku Kurd di bin desthilatiya wan de ne, dest ji polîtîkaya xwe ya dijminane ya li hemberî Kurdan bedrin. Demîrtaş got; “Kurd, ne li derve û ne jî li hindur, ji bo Tirkiyeyê ne tehdît e. Ger Tirkiye dixwaze di polîtîkaya herêmê de xwedî bandor be û bi rastî jî dixwaze xizmeta aşitiyê bike, divê pirsgirêka Kurdên li Tirkiyeyê bi rêya aşitiyane çareser bibe, divê Kurdên li Sûriye, Iraq û cihên din wek dijmin neyên dîtin."

PKK REALÎTEYEK E

Demîrtaş destnîşan kir ku PKK rastiyek a Tirkiye û Rojhilata Navîn e, aktorek ê pirsgirêka Kurd e, divî were qanekirin û got; "Em dixwazin hikûmet û PKK ji bo aşitiyê hevdîtin pêk bînin, lê ji bo aliyê azadiyan a meseleyê were çareserkirin, pêwîstî bi diyalogên siyasî hene.”

 ‘DIVÊ RÊ LI BER DIYALOGÊN RASTEQÎN VEBIN’

Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk bersiv da pirsek der barê PKK’ê de jî û got; “Cîhanê carna hin rêxistinan weke terorîst îlan kir. Rêxistina Rizgariya Filistînê û Hemasê jî weke terorîst îlan kiribûn. Lê îro, ji Rêxistina Rizgariya Filistînê bigire heta Hemas û yên vana weke terorîst îlan kiribûn, ji bo pirsgirêk bi rêyên aşitiyane çareser bibin, hinek tişt dikin. Divê em ji vê yekê bibînin. Em Kurd amade ne ku bi rabirdûya xwe û kêmasiyên xwe re hevrû bibin, lê divê dewlet jî bi boriya xwe re hevrû bibe.”

Turk destnîşan kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd diyalogên rasteqîn bêne pêşxistin û got; “Lê ger jêre bêjin diyalog û hin aliyan li hemberî Kurdan sor bikin, ev şêweyê diyalogê tu carî ji aliyê Kurdan ve nayê qebûlkirin û ev yek tu feydeyekê nadin diyalogê."

DI 20 SALAN DE 7 PARTIYÊN KURD HATIN GIRTIN

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî bi bîr xist kul i Tirkiyeyê di nav 20 salan de 7 partiyên siyasî y ên Kurdan hatine girtin û destnîşan kir ku ew partiya 8’emîn in. Kişanakê gotinên bangewaziyên Erdogan ên ji bo Sûriyeyê yên weke “Guh bide gelê xwe, zextê li gelê xwe neke, an ne rewatiya te namîne” bi bîr xist û got; “Ev gotinane pir rast in. Em ji sedî sed tevil dibin van gotinan dibin. Lê em dixwazin heman tişt li Tirkiyeyê jî pêk bîne.”

Heyet heta 28'ê mehê li DYA'yê ye

Li gorî bernameyê heyet dê bi endamên Senatoya DYA û Meclisa Nûneran a DYA’yê, Serokê Komîteya Baroya Mafên Mirovan a DYA û Serokê Yekîtiya Parêzerên Navneteweyî re hevdîtin pêk bîne.
Piştre dê heyet biçe serdana Şaredariya San Franciscoyê. Her wiha dê li Washington, New York û San Franciscoyê beşdarî civînên gel bibin û di 28’ê avrêlê jî dê heyet hevdîtinên xwe temam bikin û vegere Tirkiyeyê.

Ji ANF'ê hatiye girtin


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 28 10 2026

Ev jî çêbû: Tîma Lîga 4'emîn tîma mezin Arsenal têk bir

news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pandemî û kulekên nû

ad

Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket

ad

Klamên Radyoya Erîwanê li benda we ne

ad

Festîvala Şanoyê ya Îzmîrê li benda berheman e

ad

Di Festîvalê de Nifşê 68'an û Mîrateya wê

ad

Li Başûr ji bo meseleya Serokatî civînek din hat lidar xistin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname