Zeynelabidin Zinar
Di van demên dawîn de hin nivîskarên kurd giraniya xebata xwe dane ser wergerandina şanoyên biyanî. Her wiha şanogerên kurd jî, wan şanoyên biyanî dixin jiyanê û pêşkêşê temaşevanan dikin. Lê belê kes agah jê namîne ku ew şano, bûjena heşifandin û pişaftina mejiyê kurdayetiyê ye.
Bêguman çi dema ku nivîsek (bi kîjan zimanî dibe) tê nivîsandin, nivîskarê wê bêgav e ku di nav çarçoveya çanda wî zimanî de bilipike û hemî pêdiviyên çanda wî zimanî yên ji bo nivîsê ku pêdivî ne, bi cih bîne.
Îcar dema ku şanoyek (mesela em bêjin ku) bi zimanê erebî hatiye nivîsandin, bêguman ew li gor naveroka çanda ereban jî hatiye serûberkirin. Nexwe dema ew şano bi kurdî hatibe wergerandin û şanogerên kurd wê têxin jiyanê û pêşkêşî temaşevanên kurd bikin, hingê ew çanda ereban zindî dikin û dixin mejiyê kurdan. Ev yek jî dibe bûjena heşifandin û pişaftina mejiyê kurdan. Ev hawe xirabiya herî mezin e ku şanogerên kurd bi kurdan dikin.
Helbet werger, zimanê kurdî berepêş dibe, lê divê ew berhemên ku têne wergerandin ên zanistiyê bin, xasma jî roman…
Pirsa ku çima kurd şanoya xwe ya alecî bi kar naynin jî, nîşana wê yekê ye ku ew ji çanda xwe bêxeber in û nizanin ku çanda wan, ziman û vêjeya wan çiqas xurt e, dewlemend e û derdemî ye.
Wekî mînak, bi hezaran çîrokên folklora kurdî hene. Her çîrokek, jixwe nivîsa wê ji bo ku bibe şano hazir e. Bi sedan çîrokên rawilan yên folklorî hene ku mirov ji xweşiya wan têr nabe. Mesela: Çîroka HECÎ ROVÎ. Eger ev çîrok bibe şano û pêşkêşê temaşevanan bibe, dê xweşiyeke wisan zêde têxe dilê temaşevanan ku hempayên wê li kêm deverên dinyayê têne dîtin.
Çîroka ABIDÊ ŞKEFTÊ felsefîk e û tê de sê exter (planet) hene ku jiyan li ser wan heye.
Çîroka GURÊ NALBEND eger bibe şano, wê xelatên zêrîn werbigire û bi sedan çîrokên wisa…
Bi kurtî eger ez bêjim, mesele wiha ye: Çi kesê ku ji aliyê aborî ve jar û lewaz be, ew umîda xwe dide ser xelkê û çavên xwe dixe destan da xêrek lê bikin. Di mesela çand û hunerê de jî, her eynî hawe çêdibe.
Di xebata min a lêkolîna li Folklora Kurdî de, 1.710 parçe bi destên min ketine û ew di her deh cildên XWENÇE’yê de jî hatine nivîsandin. Her yek ji wan dibe şanoyek û dikare bê lîstin. Fermo, ji kî re lazim be, ez bê ku sûdeke aborî bidim pêş, dê bidim wan.
Madem ew qas dewlemendiya çanda kurdî di berhemên çîrokan de heye û ku ew tev dibin şano û şanogerên kurd wan nadin lîztandin, çima ew dê şanoyên werger ên biyanî bidin lîztandin û xwe bikin bûjena asîmîlasyona ciwanên kurd?
Hêvîdar im ku her kurdekî bîrewer li ser vê yekê raweste û ji lîstandina şanoya werger a biyanî re jî bibe asteng.
www.pencinar.se
pencinar.z@gmail.com
**
Nivîsên Zeynelabidîn Zinar ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
***
- Ji bo nivîsên li ser NÎQAŞA ŞANOYA KURDÎ li beşa NÎQAŞ'ê binêrin


