Diyarname
Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ji bo birîndarên li Cizîrê ku ev bi rojan e di bodrûmaneke de dîl mane banga lezgîn li Wezîrê Karên Hundir û Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê kir.
TTB'ê got ku Mebûsê HDP'ê Faysal Sariyildiz li ser birîndaran agahî daye wan û xwest hikumet, wezaret bikevin nava tevgerê.
TTB'ê di daxuyaniya xwe de wisa got: "Ger li wir gel û mirovên me yên birîndar hebin em ji hikumetê, bi taybetî ji Wezarî Karên Hundir û Wezarî Tenduristiyê dixwazin zûtir xwe bigihînin cihê tê tarîfkirin, dest bi de rewşê, hemwelatiyên me yên ji bêçaretî li benda mirinê ne wan bigirin bin dermankirinê."