Enqere
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Brack Obama vê êvarê hat Tirkiyeyê. Obama dê bi serokên partiyan re jî hevdîtinê pêk bîne.
Serokê DYA'yê Obama vê êvarê saet 21.20'ê de bi balafirê Serokatiya DYA'Yê "Air Force One" hate Tirkiyeyê. Li Enqereyê Wezîrê Dewletê Mehmet Şîmşek, Balyozê DYA'Yê yê Enqereyê James Jeffrey, Balyozê Tirkiyeyê yê Washingtonê Nabi Şensoy, Waliyê Enwereyê Kemal Onal û rayedarên din li Esenbogaya Enqereyê pêşwazî li Obama kir.
Obama ku heta sêşemî dê li Tirkiyeyê be, sibê wê li pêşî bi Serokê Meclisê Koksal Toptan, dûre bi Serokê CHP'ê Deniz Baykal, bi Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî û bi Serokê DTP'ê Ahmet Turk re hevdîtineke pêk bîne. Piştî van hevdîtinan Obama dê saet 15.00'an de li meclisê, bi rojeveke taybet biaxive.


