Ehmed Belek
Belkî nivîskarê delal ê gotinên min ê li ser pirtûka xwe, wekî “gotinên gunehkar” bibîne, lê em xwînerên ku ji ola edebiyatê bawer dikin, divê em binivîsin. Em zanibin gunehkarî be jî divê em binivîsinin û bibêjin; lewre, Xwedayê mezin got: “Bixwînin” û edebiyata qedîm jî got: “Binivîsînin”…
Edebiyat bi metaforên xurt û kûr di’edile. Carina xurtbûna metaforê, qelsbûnan li ber çavan winda dike; lewre, ev efsûnekê bi xwe re tîne û xwînêr dike ‘mankûrtekî’ ku hûn bibêjin çi, ew ê bi ya we bike; çimkî ew li we hay nabe û dide pey wê efsûnê. Hesenê Metê, ew efsûn di olan de dîtiye. Ev, konetiyek mezin e; ji ber ku ol, bawerî ye, bawerî kûrbûnê dixwaze. Hesenê Metê jî, di destpêkê de, bi pirsan meraqa me şiyar dike, me kaş dike. Mîstîsîzma dîn, destpêka bi pirs û bi meraq, ligel gunehkarî; ev hemû tişt, çavên me ji hev radikin û xwîna di damaran de germ dikin. Ev, ji aliyekî awantaj xuya dike ji bo nivîskêr; lê, hêviya mezin barê wî girantir dike. Jixwe hûn ê jî bibînin; ew, ne riba Îsayê pêxember e; pîştî çend gavan têk diçe û bi dev û rû şewşî-şûşî erdê dibe; Feqet Îsa, ligel xaça li pişta xwe, radihêje pirtûka wî jî û wî li pey xwe dikişkişîne. Belê! Mixabin dikişkişîne, lewre hûn naxwazin herin. Ji ber ku hûn ji vê kitêbê bawer nakin û nakevin vê kemînê; lê, hûn bawermendên ola edebiyatê ne, divê hûn bixwînin û binivîsînin…
Belê! Min jî da pey wî û ez çûm; lê, wekî şeytanê ku bê recimandin, peyvên dubare li min dibariyan, sebra min di nav xwînê de ma. Nivîskar, çîroknûs…hwd. Van rengdêran dirêj dibe; feqet Hesenê Metê, wekî melayekî li ser dikê ye û weazê dide cemaetê. Her bîskê carekê peyvên xwe dubare dike. Bi piranî, mele xwe pir zana û bêguneh dibînin û her wiha cemaeta xwe jî cahil û gunehkar dibînin. Hesenê Metê jî, bi hişmendiya meleyekî peyvên xwe bi dubarekirinan li gor xwe zelaltir dike. Wekî mînak; “gelekî ji dayê hez dikir. Ez dixwazim bibêjim gelekî ji dayê hez dikir.” Di hevoka ewil de, jixwe me fêm kir “ji dayê hez dike” îja ya duyemîn çi ye? Hin gotinan, bi serê her hevokê ve dizelîqîne û qaşo ji me re zelaltir dike. Wekî mînak; “ez welê dibêjim, ez welê difikirim û welê dipêm, wekî ku min got, bi gotinek din” Van peyvan, mirov dixe psîkolojiya kesekî ku tê recimandin. Tu êdî dibejî ma gunehên min çi bû ev tofan hat serê min. Bi gotineke din, wî bi dubarekirinan qelsiya zimanê xwe zêdetir kiriye. “Wekî ku min got”, ev qelsî ye. “Ez welê difikirim û welê dipêm”. “Dixwazim bibêjim”, heta min xwendina pirtûkê xelas kir şîrê sipî ji pozê min hat. Îja bifikirin, ku heta dawiya pirtûkê bi vî şiklî dewam dike. Egoîzma nivîskêr pirr xurt e, loma ewqas “xwe” xistiye nav; dev ji “ez” û “min” bernedaye, ku nîşanî xwînêr bide; her hevok, evdên wî ne û ew jî yezdanekî xurifiye ku her û her gotinên xwe dubare dike. Carinan jî, roj li serê nivîskêr digere û ji bîra dike bê gotiye çi; demê li nav hev dixe; bala xwe bidinê, di rûpelê 22’yan de, dibêje: “Dê û bavê min wê çaxê nezewicî bûne. Ez wê çaxê hîn çênebûme (belê heke nezewicîbin em dikarin texmîn bikin ku tu hîn çênebûyî)…pîştî bûyerê jî bavê min ji dêya min re gotiye; ji kesekî re mebêje…” Heke wexta vê bûyerê ew nezewicîbûn, dê û bav çawa li cem hev bûn. Belê! Qey Hesenê Metê, bi vê pirtûka xwe çûye serdema navîn, bûye keşîşekî dêrê û dibêje hey vana nizanin û fêm nakin, hema ez li gor dilê xwe lê herim. Ev hemû tişt zimanê novelê qels kiriye û pê re jî sebra xwînêr keritandiye.
Honak, bi mîstîsîzma dîn hatiye seyandin; lê, ji ber ku beştên wê bi zimanekî xurt nehatiye girtin, hilweşiyaye û mixabin bi ser serê me (xwînêran) de hilweşiyaye. Bûye noveleke kavil; feqet, her kavil xwediyê efsûnekê ye; loma jî balê dikişîne û mirov bi meraq li sirr û sûretan digere. Her çiqas nivîskar, di şayesandinên xwe yên dirêj û tijî vegotin-dubarekirî de bi israr be jî, me li dû xwe dikişkişîne qozîkan. Nemaze jî, pirtûk piştî dikeve nav mesela ermenan û piştî rûpela 133’yan, dikeve dirûvekî din, ligel wî zimanê tahl ê wekî zirêv jî bala we dikişîne ser mesela Îsayê pêxember. Li vê meselê, ji aliyekî pir cuda tê nêrîn. Wekî ku peymanek di navbera Xweda û şeytên de be, nêzîkî meselê bûye; ev, nêrîneke pirr balkêş û serkeftî ye û di bandora wê de, mere şaşomaşo dibe. Lê, min ev jî dît ku piraniya nivîskarên wêjaya kurdî, heta pênûsa xwe dirêjî êş û xwîna gelên rojhilata navîn nekin, ne ji ‘emrê wan e. Hesenê Metê jî, qoz ê xwe yî dawî bi wê lîstiye û vê konetiya wî ew xelas kiriye. Dîsa jî, di dawiya novelê de, hûn dibejin erê weleehh, min tiştek xwend! Ew sebra we yî êdî kurisî kêm be jî ditemise. Wekî mînak:
“ …A ew ehlên xwediyê gotin û marifetên welê/ hestiyên bav û kalên me/ li van zozanan çandin/ û îro jî em bi xwîna zarokên xwe av didin…”
Van gotinên li ser êşên kurdan, ji xwe re kiriye ayet û pirtûka xwe kiriye kitêba pîroz; ew jî bûye pêxemberê ola xwe… (ez dixwazim bibejim) heta bûye yezdanê ola xwe jî.
Belê! Lehengê wî di xewneke dirêj de ye û ji me re behsa wê gera xwe ya di xewnê de dike. Lehengê me, li derekê li “Mîrê mezin” rast tê û pirr qala wî dike; ku ew şeytan bi xwe ye. Lê, dema hûn jî bixwînin, (ku we pirtûka “Keleha Alamudê a Wladimir Bartol” jî xwendibe) hûn ê bibînin ku ew “Mîrê Mezin”, bi cîh, fikir û tevgerên xwe, dişibe Hasan Sabbah. Wer dixuye ku nivîskar pirr di bandora wê de maye!
Hesenê Metê, meleyekî gunehkar e. Lewre dema mele derdikevin ser wê dikê, zanin ku tu kes tu pirsan ji wan nakin û ew çi bibêjin jî, di wê cemaetê de kes ji wan hesabê napirsin; ji ber ku ew mirovên pîroz in, çi bibêjin divê rast bên qebûl kirin. Bi vê rehetiyê, weazên xwe didin; bi xwe, bi zanabûna xwe jî pir bawer in. Ji ber vê yekê, Hesenê Metê jî dişibe melayekî û loma jî ew gunehkar e; çimkî ew bi vegotin û dubarekirinên xwe, xwînêran kêm dibîne. Belkî li gor wî tiştên dibêje pirr veşartî nin û bi vê şêwazê qaşo ji me re zelal dike; lê, ew gotinên zêde tenê serê xwînêr dikeritîne. Belkî ji ber honaka wî ya xurt, Xwedê wî efû bike, lê divê ewil xwînêr wî efû bikin; lewre Xweda bi xwe jî gotiye: “Ez dikarim her gunehên we efû bikim, lê bi mafên mirovan neyên hizûra min”.
Ev pirtûk, rêwîtiya mirovekî oldar e; vegotina nefsa wî û şerrê wî ye; di dawî de şûşa dilê wî dişkê û dibe gunehkarek. Pirtûk, ji xewna wî hatiye honandin. Di hundirê vê xewnê de hûn ê qetlîama ermenan jî bibînin; hûn ê li şeytên jî guhdarî bikin; bê çi ketiye navbera wî û Xweda; bê çi peyman bi hev re çê kirine; bê Îsa kî ye, ji bo çi hatiye rûyê erdê? Dawiyê, hûn ê şiyar bibin û li nefsa mirovekî guhdar bikin… û qutbûna wî ya ji Xwedê… û her wiha ji şeytên jî.