Diyarname
28'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê bi merasimekê dest pê kir. Di festîvalê de li dor 200 fîlmî dê bêne nîşandayîn.
28'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê li Lutfi Kirdar Uluslararası Sergi ve Kongre Sarayi bi merasimeke dest pê kir. Şeva destpêka festîvalê ji aliyê Berguzar Korel û Cem Davran ve hate bi rê ve birin. Di şevê de hunermend Candan Erçetin, Şevval Sam û Melike Demirag stranên xwe pêşkêş kirin. Her sêyan di dawiya şevê de jî strana "Arkadaş" (Heval) bi hev re got û temaşevan coşand.
Şeva destpêka festîvalê bi axaftina destpêkê ya Serokê Lijneya Rêveberiyê ya ÎKSV'ê Şakir Eczacibaşi dest pê kir. Dûre sponsorên festîvalê plaket3en xwe girtin.
Fe
stîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê her sar Xelata Rûmetê ya Sînemayê dide kesên ku di vî warî de ked daye. îsal ev xelat dan rexnegir, arşîvkar, nivîskar Agâh Ozguç; lîstikvana navdar Hale Soygazi û derhêner Erdoğan Tokatli.
Festîval bi nîşandayîna fîlmê derhêner Philippe Lioret "Welcome" (Hûn bi xêr hatin) deriyê xwe li sînemahezan vekir. Di şevê de derhênerê fransiz Philippe Lioret û lîstikvanên fîlm Firat Ayverdi, Derya Ayverdi, Selim Akgul û Fırat Çelik jî berî nîşandayîna fîlm derketin ser dikê û silav li temaşevanan kirin.
Fîlmên festîvalê li Beyogluyê li sînemayên Emek, Yeni Ruya, Atlas, Beyoglu, Pera Muzesi; li Kadikoyê li salona Rexxê û li Nişantaşiyê jî li CityLife City’s têne nîşandayîn.
Her wiha digel fîlman pola hostayan, gotûbêj, panel, konser jî çalakiyên din ên festîvalê ne.
***
Nûçeyên din ên li ser 28'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê:


