Diyarname
Bilêtên fîlmên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê vê 21’ê mehê têne firotin.
28’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 4-19’ê avrêlê de li dar dikeve. Di festîvalê de di bin 20 beşan de li dor 200 fîlmî dê bêne nîşandayîn û di nav van de 67 fîlm bi beşdariya derhêner yan lîstikvanên wî dê bê nîşandayîn. Bilêtên fîlman ji niha de têne firotin. Ji 21’ê mehê wêdetir kesên bixwazin dikarin ji sînemayên Emek û Atlas (li Beyoglu) û ji Rexx (li Kadikoy), her wiha ji Biletixê bikirin.
Îsal fîlm li Beyogluyê li salonên wekî Emek, Atlas, Beyoglu, Yeni Ruya, Sînemaya Muzeya Pera û li Kadikoyê jî li Rexxê têne nîşandayîn. Her wiha dawiya hefteyê jî li Nişantaşi CityLife Cinema (City’s) fîlm dê bêne nîşandayîn.
Di festîvalê de buhaya bilêtan 10 TL, ji bo kesên temenê bi ser 65’î û xwendekaran 7 TL, di seansên nav hefteyê (seansên 11.00, 13.30 û 16.00) bi 3.50 qiruşî têne firotin.
**
Nûçeyên eleqedar: Bernameya Festîvala Fîlman a Stenbolê eşkere bû