Can Dundar
Şagirtê/a Refîk Durbaş “Mamoste, mirin her tim para min e”
Bersiva vê pirsê “erê” ye
Carekê li dîroka me ya qetlîamên girseyî binêrin…
Bi qasî ku hûn dikarin bi paş ve biçin.
Dêrsimê û Madimakê bînin bîra xwe…
“Yekşema Bixwîn” bifikirin; 16’ ê Adarê, 1’ê Gulanê, 6 û 7’ê Rezberê…
Meletiyê, Çorumê, Mereşê…
Taxa Gaziyê
Umraniyeyê, Bahçelievlerê, Piyangotepeyê…
Sînagogê, Weşanxaneya Zîrveyê…
Bayrampaşayê…
Roboskiyê…
Enqereyê…
***
Em ê êşên xwe nedin ber hev, lê em ê rastiyê jî biqîrin:
Bi dehan salan in ji nav van êrîşan tu li hemberî van kesên ku xwe wekî mexdûr nîşan didin pêk nehatine.
Her tim kesên ku qala kedê, wekheviyê, edaletê û aştiyê, dikin tên qetilkirin…
Bêguman li qada şer ji her serî mirin pêkhat, PKK’ê gundiyên bêguneh jî kuştin; lê belê nehatiye dîtin kesekî ku baweriya xwe bi demokrasiyê, azadiyê aniye, bi bombeyê ketibe nav kesên li dijî xwe yên bêguneh û wekî agirberdana otelê, wekî Mereşê û Çorumê bombe teqandibe.
***
Nexwe ne mafê me ye ku em bipirsin:
Kîjan feraset bû a ku Dêrsim û Qilaban bi erdê re kirin yek?
Kê kujerên Bahçelievlerê li kîjan baregehê gîhandin? Teşkîlata Îstixbaratê ev kujer di kîjan karên qirêj de bi kar anîn?
Çima dewlet neçû alîkariya kesên li Madimakê û li qetlîamê temaşe kir?
Çima dosyaya Pirsûsê ji rastê hilanî û pêşî li qetlîama Enqereyê vekir?
Çima bi salan mîlîtanên DAIŞ’ê en destbixwîn perwerde kirin û hewandin, bi çek kirin û dan ser serê xwe?
***
Ger em îro hîn ku bombevan nehatiye dîtin dibêjin “pêçiya dewletê di vî karî de heye” em bi sîcîla dewletê dizanin û lewma bi zanebûn em vê yekê dibêjin..
Ji ber vê, kengê di meşeke aştiyê de bombeyek biteqe, kengê canekî me yê ku stranên azadiyê dibêje bikujin, kengê bibêjin “kiryarê qetlîamê nediyar e” em wekî şahidên qetlîameke mezin li mêjiyê xwe, li pankarta xwe û li manşeta xwe dinivîsin:
Em kujêr nas dikin.
13.10.2015, Cumhuriyet
Wergera ji tirkî: Sabri OYMAK