Hebûn û nebûna yarê
Bargiran Þanaz
BI YAR
Dema dereng
Gotinên di dilê de mayîn
Bidilsarî kêþana wextê
Daketina hewaya sar û seqemî
Tarîbûna rojê
Westehiya hiþê…..
Her bêje. Her rewþ. Her nêrîn. Ji bo te ye. Ji bo þirînkurdiya te. Tu paytaxta dilê min. Tu serdestê dilistana min…..
BÊ YAR
Roj winda bûye li ser erdê. Ronahî nemaye li tu derê. Tarî wekî kefenekê reþ pêçaye li her cihê. Þevê xwe eþkere kiriye. Rûyê xwe derxistiye meydanê. Di þevê de meh heye. Di þevê de stêrk hene. Lê li vê derê; li vî bajarî tunên ev. Ne hîv heye û ne jî stêrk hene. Hal û karê vî bajarê rengereþ wan ronîweþanan veþertine. Vî bajarî nîþaneyên þevê ji holê rakiriye. Li esmanê tu tiþt tune. Ne hîv e. Ne stêrkên. Ne jî ronîkerek e. Ji bilî reþahiyek bê ser û ber. Mirov ditirse temaþeya jorê bike. Tirsa di dil de, tirsa di nav vê reþahiyê de winda bûne. Li rûyê erdê jî rep û reþ e. Erdê jî rengê þevê girtiye. Çav çavê nabîne. Tu tiþt ne diyar e di vî kêliyê de. Jixwe ceyran jî tune îþev. Tarîtir bûye erd û esman. Tenê reþahî heye. Tenê zilûmat. Erd reþ e. Esman reþ e. Dem reþ e. Dilê min îþev reþ e.
Tarî ditirsîne kesan. Bi hatina wî her zîndewar xwe vediþêre lîsa xwe. Warê xwe. Tu kes tu tiþt naxweze bimîne di paþka tariyê de. Kolan û çarþî vala dimînin. Ev bajara bêhnteng bêdeng dimîne. Her kes xwe davêje pêþka roniyek. Pêþka dilovanek. Lê ez… Ez bê kes im. Ceyran, ronî jî, tune. Yarê min tenê hiþtiye. Min di vî rewþa giran de bê xwe hiþtiye. Bêwijdan û bêwefa derketiye. Min bi serê xwe, di tenêtiya xwe de hejar û sist xistiye. Yarê min xapandiye.
BI YAR
Biskên te binazikî xwe berdidan xarê. Carna dibûn perde ji guhên te yên rengeþîr re. Vediþêrtin rûyê te yê ji hîvê dirûv girtî. Tûncikên te yên þirînok diman di bin biskên te. Gazinc dikirin wan delalokan. Porên te yên zêr û zîvî dirêjtir bibûn. Ji ber bedewtiya wan milan þerim dikirin. Xwe xevf dikirin di bin porên te de. Belav bibûn wekî kulîlkên biharê. Di gerdana te de zeximiyek dilþirîn çibibû. Rengê hinarikên te dida.
BÊ YAR
Nabînim tu xweþiyê di nav pêlên jiyanê. Jiyan mîna koremarekê reþ dialîne rih û hiþê min her dem. Di nav barana agir de diborînim demên xwe. Di nav çûn û hatinên bêrehm de bêhn vedidim. Her kes neyar e. Her kes biyanî. Ma nedigot Hobbes: mirov ji mirov re gur e.
***
Nivîsên Bargiran Þanaz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Dimeþim
- Reþahiya Demê
- Dînîtî hêjatî ye