Diyarname
Fanzîna bi navê "Flashhilat" bi hejmara xwe ya 15'an derket. Fanzînê meseleya vîrusa korona (Covid-19) ku li dinyayê belav bûye kiriye berga xwe.
Fanzîna ku çap dibû û dihat belav kirin ev hejmar ji ber koronayê niha bi ser înternetê re wekî e-fanzîn hatiye belavkirin û yên bixwazin dikarin daxînin û bixwînin. Edîtorîya flashhilatê ragihandiye ku piştî meseleya koronayê bi dawî bibe ewê hin nusxeyan çap bikin û li bankên parkên Riha, Dîyarbekir û Mêrdînê deynin.
Di vê hevmarê de ev nivîs hatine weşandin:
- Erol Şaybak bi "Dema Bircên Diyarbekirê Koç Kirin" behsa çîrokeke "bi çavê serê xwe dîtiye û bi lensa kameraya xwe qeyd kiriye" dike.
- Ivor Prickett yê bi fotografekî xwe yê ji Hesekê bûye berbijarê Xelata World Press Contest ya 2020'an pirsên fanzînê yên ser wî fotografî dibersivîne.
- Ferit Fikret, bi wêneyên Yousuf Karsh serborîyeke wî wênekarî û Serokwezîrê Brîtanya Winston Churchill dinivîse.
- Li bergên pêş û paş yên fanzînê wêneyên Arina Voronova hene ku wê bo hevkarîya dijî vîrusa korona ji New York ya Amerîka berhemên xwe şandine.
Yên bixwazin dikarin ji ser vê lînkê re e-fanzînê daxin: www.flashhilat.com


