Diyarname
Hunermend Fazil Say li ser hilbjartinê ji Serokê CHP'ê Deniz Baykal re nameyek şand û wisa got:
"Denîz beg 20 mîlyon di nav metirsiyê de ne. Ne henek e. Ev hêzek girîng e...Û em êdî pêngavan dixwazin bibînin. Em dixwazin ji paranoyayên Ergenekon û yên wisa, ji taravmayên şerîetên derê, em dixwazin li welatekî normalbijîn... Hûnê tiştek zêdetirî AKP'ê pêşkêşî gel bikin? Di nav van 3 salan de?"
Fazil Say di nameya xwe de li ser kurdan jî sekiniye û wisa gotiye: "Guneydogu,
Kurd...
Bi awayekî mafdar wan di dengdayînê de biryar li ser DTP'ê dane.
Yê wan jî dengek xurt e... Li Guneydogu denge we sifir e! Sifir destpêkek baş e, lê ger fikir hebin... Hûnê çawa bibin alîkarê kurdan? Hûnê çareseriyeke çawa ji bo pirsgirêka kurd bînin?"
Say di nameya xwe de gotiye, "Deniz beg, mirovên ku vê nameya min bixwînin dê pirsên xwe jî lêzêde bikin, û gelek pirsên ku ji we bêne pirsîn hene" û wiha domandiye: "Lê rastiyeke heye: Hûn mecbûr in bikin. Ger hûn nekin, bi awayeki bi hurmet cihê xwe ji bo kesên ku dikarin bikin, ji bo ciwanên jîr bihêlin..."
Hunermend Say li ser dengên ku gel dane CHP'ê jî sekiniye û gotiye. "Sedî 24 dengên ku dane we ne ji bo 'we' bûne... Em hatin cem hev. Ji ber metirsiyên xwe."
Ji Hurriyetê hatiye girtin û kurtkirin