Yûsiv Biyanî
Ew dem:
demeke cûda bû
dema coş û heyecanê bû
evîna zarokan bû
wateya jiyana wan bû
û
ev dem;
dema mirinên bêdem
dema çûyînên wan e
tarî û xayîntî ye…
1.
Ew dem demeke jîndar bû. Ew dem her roj serê sibê zû radibû û bi gulên rengîn cîhan slav dikir.
Di wê demê de coş hebû, heyecan hebû.
Di wê demê de wate hebû.
Di wê demê de çîrokên dayikan hebûn. Çîrokên ku zarokan bi wan cîhaneke nû diafirand. Çîrokên ku ji bo zarokan dibûne perên teyran û zarok pê wan peran li ser ewran firdidan. Zarokan firdidan li ser tirba Mem û Zînê û piştre berê xwe didane paytexta dila, Ameda qedîm…
Di wê demê de gund hebûn. Gundên ku kaniyên sar û kulilkên reng bi reng dihewimandin. Zarok li ser çil û çiyayên ku ku wekî labîrentan tevlihev bûn direvîn û dilîstin heya êvarên dereng.
Di wê demê de hevalên zarokan ên mezin hebûn. Zarok jî hevalên wan ên biçûk bûn. Dema zarok diçûn li ser çiyayên bilind, ew pêrgî hev dihatin. Ew tev dilîstin. Ji zarokan re fêkî û mewij dianîn. Dibûne rêberê wan û di wan rê û rûbarên tevlihev da.
Evîn hebû. Evîna ku dev û pê bi mirov ve dida girêdanê. Evîna ku wekî şekir şîrîn bû. Evîna ku destên wê her dem di nav destên te de bûn. Dema ku tu digihîştî bejn û bala evînê, gotin bêwate dibû. Her tişt ker dibû…
2.
Ev dem nexweş e û di nav hestên veşartî û bêreng de wek çukeke birîndar û per şikestî di nav lepên mirinê de digevize.
Zarokên vê demê tî mezin dibin. Dibin zimanê wan de şorbûnek xwe vedişêre. Ev şorahî valahiyên bênav diafirîne û ev valahî dı hundirê wan de wek wan, bi wan re, roj bi roj mezin dibe.
3.
Û îşev ez ji ber şorahiya di bin zimanê xwe de helak im. Fikreke dîn û har xwe bi min ve zeliqandiye û dev ji min bernade. Dengek di hundirê min de dibêje: "Tenê xwîn dikare te xilas bike, bi destekî kêrê bêrika xwe bigre, bi destê din jî serê zimanê xwe rake û…!" Divê ez destê xwe… Na, na! xayîntî… ez… şev! Her tişt tevlihev e…
***
Nivêsên Yûsiv Biyanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Delalya dilê min!
- Ka binihêrin 'berf dibare' an 'kar yagiyor'


