Yûsiv Biyanî
Ez vê nivîsê bêarmanc dinivîsim. Ev nivîs nivîseke bêdeng e. Ez nizanim hûn ê ji min bawer bikin ku min ev nivîs di bin çi dijwariyan de ji we re nivisiye. Ecele nekin hevalên hêja ez ê ji we re bêjim ka min çawa ev name nivisiye.
Hûn min nas nakin, ez jî we nas nakim. Jixwe haya kêm mirovan ji min heye. Hûn bawer bikin ku ez werim li ser rastiya xwe haya tu kesî li min nîn e. Ez kî me? Ez zarokek im. Belê ezbenî ez zarok im. Ez qet mezin nabim. Ez heft salî me. Ne ku ez niha heft salî me, ez her dem heft salî me. Ez niha di polekî de rûniştime.
Li derve berf dibariya. Hîna jî dibare. Berf! Mamosteyê min ê keçel di nav polê de digeriya û digot: Kar, kar… kar yagiyor.* Te digot qey keçelo serxweş bûye. Her ku diçû dengê xwe bilind dikir û gotinên xwe -jixwe yek hevok bû- dubare dikir.
Bi rastî wê demê min qet keçelo fêm nedikir. Belê min jî wekî hevalên din li keçelo dinihêrî lê belê haya min ji min tune bû. Mirov digot qey lehiyek hundirê min de rabû. Min nikaribû bisekinanda. Çi kevir û zibilên ku pêşiya hestên min girtibûn paqij kir. Devê kaniyê hestên min vebûn. Her tiş da pêşiya xwe û derxiste derva…
Berf, berf dibare! Navê vê berf e. Ev berf e, berf! Hûn dizanin navê vê berf e. Di zimanê me de ev berf e… Ev gotin ji devê min derketin. Rewşeke zefh komîk bû. Ji ber ku ez her dem di wê polê de bûm û mamoste -yanê keçelo- her dem bi vî zimanî diaxiviya. Min zanibû divê ez xwe ker bikim. Diviya ez bi zimanê keçelo biaxivim. Jixwe tu çare jî tune bû. Lê îro peyva ‘berf’ê zimanê min, malbata min û mala min anîbû ber çavê min. Di dilê min de çoşeke mezin keliyabû. Min her tişt ji bîr kiribû. Te digot qey min xeynî zimanê xwe yê zikmakî zimanê wan nizanibû. Min ew gotina xwe dubare dikir: “Berf dibare, berf ! Wellehî ev berf e, berf…”
Keçelo mat bûbû, li min dinihêrî. Her wiha hevalên li polê jî wisa li min dinihêrîn. Ez zefh rehet bûbûm ku min bi zimanê xwe gotîbû berf dibare. Lê belê ew ne kêfxweş bûn bi gotina min. Xwezî tenê nekêfxweş bûna, te digot qey min bavê wan kuştiye. Ku wan bi wan awirên xwe yên neyarî li min dinihêrîn, min hêdî hêdî fêm dikir ku rewşa min xetere bû. Keçelo hate ber maseya min. Yarebî ew çi bû! Zingînek kete serê min. Ez gêj bûm. Dinya li dora min dizivirî. Keçelo her ku diçû zêdetir li min dida. Ez lal bûm. Wey xwedêyo! Wî kerî qet nizanibû bisekiniya. Bi dest û lepan, bi pehniyan ketibû ser laşê min. Welehî keçelo har bûbû û mîna seyekî devgilêz lê bû ez parçe parçe bikirama…
Ji her derê min xwîn dirijiya. Hêstirên min mîna avê dihatin û tevî xwîna min dibûn. Lêhî li ser min rabûbû. Çi, kes kete navbera me? Na ezbenî, tu hevalên polê neketin navbera min û keçelo. Jixwe wan jî tiştekî wisa ji Xwedê dixwest. Keçelo hinekî ser xwe de hat. Gilêz devê wî ketibû. “Kesmek lazim lan senin gibileri, bu butun dillere bedel olan dil sana yetmiyor mu? İt… surmek lazim lan seni, bolucu…”**
Bi gotina wî ez li dijî dewletê derketibûm. Diviya ez bi destê wî bihatama kuştin.
Min nikaribû ez tu tiştî bikim. Jixwe min nikaribû tu tişt bikira jî. Tenê bi gotina peyvekî re ez xistim rewşeke çawa! Dawiya dersê hat û pêşî keçelo, paşê jî her kes derket derve. Dersa dawiyê bû, her kes çû mala xwe. Min nedikarî rabim.
Belê ezbenî, ev name di encama rewşeke wisa de derket holê…
Ezbenî te dît du peyvan ez xistim rewşeke çaw! Tenê du peyvên bêguneh û dilsoz!
Hûn dizanin ka çi ma ez her dem heft salî me? Ezbenî hingî ku ez bi zilm û zorê bi zimanekî cuda diaxîwim, ez qet mezin nabim. Belê temenê min zêdetir e. Lê ez bi xwe heft salî me. Heya heft saliya xwe min bi dilê xwe xeber dida û ez bi têşeke xwezayî mezin dibûm, lê wexta ku min dest bi van dibistanan kir, êdî ez mezin nebûm. Ji ber ku ez bi dilê xwe nedihatim û nediaxiviyam. Ez li cem keçelo bûm lê dilê min rêwî bû di riyên bêser û ber de. Jixwe ev ziman tiştên neyînî tîne bîra min. Ezbenî çima çi ye? Ma mirovên mina keçelo… Wan ‘belengazên xwe’ ziman jî jiyan jî reş kirin … ezbenî dirêj e, dirêj…
Ez hîna jî li derve dinihêrim. Berf dibare, berf, belê welehî berf dibare… Ku hûn ji min bawer nakin taqa oda xwe vekin û li derva binihêrin ka ‘‘kar yagiyor’’ an ‘‘berf dibare’’…
*Ber...berf...berf dibare.
**Divê yên wekî te em ser jêbikin. Ev zimanê ku berdêla hemû zimanan e têra te nake? Kûçik...Divê mirov te bikuje olan, cudaxwaz...”


