Hesenê Alê
Newroz e. Min bi salan xeyal dikir ku ez li Newroza Amedê bibim. Ez bi sê hevalên xwe ve, em ji bajarê Konyayê derketin li saet 16:00 gehîştin bajarê qedim Amedê.
Ez ewil di sala 1973-74'an da hatibûm Amedê, lê wê demê min nedizanîbû ku navê Diyabekirê Amed e. Ez li Aslan Palasê mam. Xwediyê Aslan Palasê Apê Aslan hê temenê wî dora 30 salî bû. Lê gava ku ez vê carê çûm ew bûbû 75-76 salî. Bi henekan ji min re got;
- Tu hatî qomînîst!? Hûn bi xêr hatin. Ez mêze dikim te vê carê çêlikê xwe jî bi xwe re anîne haa! De bi dîqet bin her der tijî polîs in!.
Hevalên min bi tirs bûn. Ji ber ku ew cara ewilê têne Amedê. Navê Amedê bi faîlî meçhûlan (kuştinên kiryar nediyar) û hepsa Diyarbekirê tirs û xof dihat naskirin. Li vî bajarî bi roj nîvro mirovên welatparêz dihatin kuştin û revandin. Îro em dibînin ew dibirine di bîrê asîtê de şewitandine. Elbet ne hindik bûn. Hejmara wan deh hezar bûn.
Hevalê min yek ji bo Newrozê ji Danmarka, yek Swîsreyê û ez jî ji Swêdê hatibûm. Rewşeka min taybet jî hebû. Min di sala 2007'an da gora dengbêj Ayşe Şan çêkiribû. Ez li Tirkiyê bûm. Ji bo wê ez li Tirkiyê dihatim darizandin. Pişt re 18 meh ceza li min birîn û derketina min a derva qedexe kirin.
Em li Aslan Palasê bi cîh bûn û em derketin derve ku herin avahiya DTP nuh ya li Baxlarê. Me dît komeka ji 10-15 kesan li derva belavokên Newrozê belav dikin.
Hevalê me nêzîka wan bû got;
- Hevalno emê herîn avahiya DTP, ma hûn dizanin li ku der?
- Na got in.
- Hûn kî nê?
- Em TEVKURD in.
Hûn Tev Kurd in û avahiya DTP jî nizanin haaa!
Salo serê xwe hêjand. Me ew roj li taxa DAX KAPÎ derbas kir. Ji eşqan re xew nediket çavên hevalên min. Di pencerê re li derva dinêrîn. Ji saet 21:00'an da hetanî saet 08'ê sibê bi dehan cemseyên polîs û eskeran li nava bajêr digeriyan. Ew tişt ji bo wan biyanî bû, lê ji gelê Amedê re ne biyan bû. Tu kes jî ji wan neditirsî. Me sibê cilên xwe xweşik li xwe kirin çûn Parqa Newrozê. Mirov wekî lêhiyê diheriqî dihatin ciyê Newrozê.
Strana ORAMRÊ deng da. Vaye wê demê hejmara xwepêşandanan gihîşt milyonekî.
NEWROZA WE PÎROZ BE