Diyarname
Nivîskarên kurd Arjen Arî û Omer Dilsoz li Amedê pirtûkên xwe yên nû îmze dikin.
Bi hevkariya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê nivîskarên kurd Arjen Arî û Omer Dilsoz dê roja 14’ê mehê saet 14’an de li Mêvanxaneya Ofîsê pirtûkên xwe îmze bikin û bi xwendevanên xwe re sohbetê bikin.
Nivîskarê malpera me Arjen Arî ku heta niha 6 pirtûkên wî derketine, kurtedemek berê pirtûka xwe ya helbestan bi navê Çil Çarîn (Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê) derxist. Arî dê Çil Çarîna xwe ji bo xwendevanên xwe îmze bike.
Romanûs Omed Dilsoz jî kurtedemeke berê romana wî bi navê “Neynika Dilî” ji Weşanên Aramê derket. Dilsoz jî dê bi romana xwe ya nû li pêş xwendevanên xwe be.


